Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de didome 2022-07-23 12:58:13       NAVENDA NÛÇEYAN - Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.   Bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku duh li Zanîngeha Rojava ya Bajarê Qamişloyê Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kiribû. Forûm îro di roja duyemîn de didome. Forûm îro jî bi beşdariya dehan çalakvan, hunermend, siyasetmedar û rêveberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek enteryonalîstên di 10 salan de tev li şoreşê bûne, dest pê kir.   Li gorî bernameya Forûmê, dê îro mijarên xebatê yên li ser "Pêşengiya jinan di guhertin û veguhertina civakî de", "Têkoşîna jinan li qadên siyasî û hiqûqî", "Pêwîstiyên me ji bo pêşxistin, parastin û pêkanîna mafên jinan” û "Pêşxistina aboriya jinan li hember siyaseta xizaniyê" werin pêşkêşkirin û dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.   Forûm ji du rûniştinan pêk tê; ya yekemîn bi navnîşana "Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ve, bandora şoreşê li têkoşîna jinan” e. Ev rûniştin wê ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Metlî, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Hesen, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf û endama Komeleya Tûnisî ya Jinên Demokrat Selwa Qîqa ve were birêvebirin.   Di rûniştina duyemîn de jî wê endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Heyfa Hesen, endama Kongra Star Rûken Ehmed û aktîvîsta Lubnanî Namir Bedredîn encamên Forûmê û perspektîfên têkildarî plansazî û pêşerojê nîqaş bikin.   Tê payîn ku Forûma Şoreşa Jinan bi encamnameyekê têkildarî şoreş û têkoşîna jinan bi dawî bibe.