Wesayîta karkerên çandiniyê qelibî û 2 kesî jiyana xwe ji dest dan 2022-07-23 12:05:12   RIHA - Wesayîta karkerên çandiniyê qelibî û 2 kesî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 17 karker jî birîndar bûn.    Dolmîşa karkerên çandiniyê ku karkeran ji taxa Muratli ya bi ser navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve dibir Deşta Qoserê li taxa Buyuk Bogaziye qelibî. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji karkeran Furkan Kalemlî (15) û Hasret Kuş (20) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.    Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û nexweşxaneyên taybet ên li navçeyê. Her du karkerên mirin jî rakirin morga nexweşxaneya dewletê.