Sembola kevneşopiya çapemeniya azad: Ayfer Serçe 2022-07-23 10:33:50   AMED - Ji navên di qada çapemeniya azad de bûye sembol Ayfer Serçe 16 sal berê jiyana xwe ji dest da. Hevalên wê yên pênûsa wê li erdê nahêlin vê kevneşopiyê didomînin.     Ayfer Serçe di sala 1974’an de li Wêranşara Rihayê hat dinê. Ayfer hîn di ciwantiya xwe de dixwest bibe rojnameger. Di 1998’an de di nava têkoşîna jinên kurd de cihê xwe girt. Demeke dirêj li Tirkiye, Ermenistan û Başûrê Kurdistanê nûçegihantî kir. Piştre jî berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê. Li Mahabat û Urmiyeyê dest bi lêkolîna xwekuştina jinan kir. Di 19 û 23’yê tîrmeha 2006’an de li herêma Kelarêş a di navbera sînorên Îran û Tirkiyeyê de di encama kemîna arteşa Îranê de hat qetilkirin. Heta roja îro jî Îranê derbarê Ayferê de agahiyek neda. Di ser kuştina Ayferê re 14 sal derbas bû lê heta niha jî nayê zanîn ku cenazeyê wê li ku ye. Nifşên piştî wê kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Rojnamegerên jin mîrateya Ayferê dewr girtin û gotinên wê di her şert û mercan de tînin ziman. Rojnamegerên jin teşîrkirina kuştina jinan û teşîrkirina zîhniyeta tecawizkar didomînin. Her wiha rojnamegerên jin bi JINHA’yê re xeyalên Ayferê pêk anîn.   Destpêkirina bi MHA'yê ya rojnamegeriyê   Şilanê di serê salên 2000'î de li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) xebitî. Piştî ajansa di 2005'an de hat girtin şûnde di heman salê de li Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) rojnamegeriya xwe domand. Şilanê nûçegîhantiya Ermenistanê ya ANF'ê kir û piştre derbasî Herêma Kurdistanê ya Federe bû. Piştre jî ji bo li ser kuştina jina lêkolînê bide çû bajarên Urmiyê û Mahababê yên Rojhilatê Kurdistanê.    Ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin   Piştî xebatên lêkolîna kuştinên jinan a sê hefteyan Şilanê di navbera tîrmeha 19-23'yê 2006'an li Kelareşa li ser sînorê Tirkiye-Îranê ji aliyê artêşa Îranê ve bi kemînekê tê qetilkirin. Dîroka qetilkirina Şilanê li gor Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas wekî 23'yê Tîrmeha 2006'an tê derbaskirin. Li gor hinek jêdarkan jî dîroka kuştina Şîlanê wekî 19'ê Tîrmehê derbas dibe.    Hîn cenazeyê wê tune ye   Tevî ku ji ser qetilkirina Şîlanê ya ji aliyê rejîma Îranê ve 16 sal derba bûye jî hîn derbarê cenazeyê Şîlanê de tu agahî nehatiye bidestxistin. Tevî hewldana malbatê, çapemeniya azad û parêzvanên mafên mirovan dîsa jî rejîma Îranê cenazeyê Şîlanê neda.    Xeyalê Şîlanê pêk hat   Fikrê Şîlanê yê ku bila ajanseke aîdî jinan hebe pêk hat. Di 8'ê Adara 2012'an de Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) hat avakirin. Kevneşopiya çapemeniya azad îro bi JIN NEWS, JIN TV, NEWAYA JIN û Nû Jinhayê didome. Jin bi mîrateya ji Şîlanê girtine li berxwe didin.    Lêkolînên Şîlanê li Ermenistanê kir   Şilanê li Ermenistanê salên dirêj li ser çanda kurdan û jinan lêkolîn kirin. Her gelek li gor wan kevneşopiyên wan hene. Ev bi salan didome. Şîlanê jî kevneşopiya çapemeniya azad wekî mîrateyeke giranbiha li dû xwe hişt.