ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-23 09:00:00   *Hunermend Zeynep Durar ku di zarokatiya wê de kasetên kurdî bi dizî û bi dengekî nizm dihatin guhdarkirin, bi eşqa muzîkê li hemberî hemû zehmetiyan têkoşîn da û yekemîn albûma xwe ya bi navê “HEBÛN” derxist. Zeynep diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyona li heberî zimanê kurdî têkoşînê dide.   *Zeynep Urek a ku kurê wê Îbrahîm Urek di sala 2019’an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da, li dijî şer banga yekitiyê li kurdan kir û got: “Hêzên serdet bazarên xwe li ser kurdan dikin. Jixwe dijminên kurdan zêde ne qenebe bila kurd nebin dijminên hevdû.” DÎMEN HEYE   *Girêdayî êrişên dewleta tirk ên li ser Gundê Perexê yê Zaxoya Başûrê Kurdistanê jinan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku êdî çavên xwe ji gefan re vekin û wiha gotin:" Em rê nedin faşîzma di nava axa me de û dagirkeriya xwe berfireh dike. Em ê sîng bi sîng li hemberî êrişan bisekinin û tucaran gavê paşve neavêjin." DÎMEN HEYE   *Li gel qeyrana aboriyê hejmara karkerên zarok gihaşt 2 milyonî. Li dijî xizaniyê zarokên ku dixebitin dibêjin ji rewşa me û pêşeroja me îktidara niha berpirs e. Zarokên dixebitin gotin em sîstemek me neçarî karkeriyê dike naxwazin. DÎMEN HEYE   *Ji navên di qada çapemeniya azad de bûye sembol Ayfer Serçe 16 sal berê jiyana xwe ji dest da. Hevalên wê yên pênûsa wê li erdê nahêlin vê kevneşopiyê didomînin.