Li girtîgeha Amedê mirina bi gûman 2022-07-22 17:00:40   AMED - Girtiyê Siyasî Kadrî Ekîcî yê li Girtîgeha Hejmara 2 a bi Ewlehiya Bilind a Amedê, di hucreya lê dima de mirî hat dîtin. Ji malbatê re gotin, 'întîhar kiriye.'   Girtiyê Siyasî Kadrî Ekîcî (25) yê li Girtîgeha Hejmara 2 a bi Ewlehiya Bilind a Amedê, di hûcerya yek kesî de ku lê dima mirî hat dîtin. Kadrî yê ku cenazeyê wî rakirin Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl, ji wê jî serê sibehê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) radestî malbata wî kirin. Hat diyarkirin ku Kadrî bi îdaya "Endamtiya rêxistin" pênc sal bû di girtîgehê de bû û ev salek ku di hucreya yek kesî de dihat girtin.   Ligel ku ji malbatê re hat gotin, "Întîhar kiriye" ferdên malbatê diyar kirin ku wan berî bi 3 rojan bi Kadrî re hevdîtin kirin û hemû tevgera wî normal bûye. Malbatê diyar kir ku ew ji mirina Kadrî gûmanan dikin.   Cenzeyê Kadrî li Goristana Yenîkoyê hat definkirin û wê şîna wî jî li Mala Şînê ya Hewêdaniyan a li Baglara Amedê bê kirin.