Tirkiyeyê dîsa êrişî Gundê Perexê kir 2022-07-22 15:17:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa dewleta tirk dîsa êrişî Gundê Perexê yê lê 9 kes hatibûn qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûbûn, kir.    Artêşa tirk di 20’ê tîrmehê de devera geştê ya gundê Perex ê Zaxoyê topbaran kir û di encamê de 2 jê zarok bi giştî 9 sivîl qetil kir. Artêşa tirk careke din gundê Perexê da ber topan. Li gorî nûçeya Rojnewsê; di nava 24 saetên dawî de artêşa tirk herî kêm 21 top li çoltarê gundê Perexê dan.