'Li dijî komkujiyan divê têkoşîn bê mezinkirin' 2022-07-22 11:54:27   Melike Aydin   ÎZMÎR - Têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li ser Gundê Perexê yê Zaxoyê jinan gotin li dijî komkujiyan divê têkoşîn bê mezinkirin.   Di 20'ê Tîrmehê de dewleta tirk li Gundê Perexê yê bi ser navçeya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê ve qada seyrangehê topbaran kiribû û di encama vê topbaranê de yek jê pitik 9 geştiyaran jiyana xwe ji dest dabûn û 29 kes jî birîndar bûbûn. Jinan têkildarî êrişan nirxandin kirin.    'Dewleta tirk nikare bi buxtanan kurdan tune bike'   Dayika Aştiyê Medine Kaymaz da zanîn ku tê xwestin komkujiya dewleta tirk kiriye bixin hustê kurdan û wiha pê de çû:"Tevgera azadiya kurd komkujiyê nake. Çi tiştên ne baş hebin dixwazin bikin hustê kurdan. Kurd tu gelan ji hev cihê nakin. Bila şer bi dawî bibe û mirov êdî rehet bibin. Dewleta tirk nikare bi buxtanan kurdan tune bike."   'Divê têkoşîna hemû kesên tên çewisandin bê mezinkirin'   Endama MYK'ê ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Ebru Yigit da zanîn ku bi êrişan tê xwestin Şoreşa Rojava têk biçe û wiha got:"Li dijî kurdan li dijî Wargeha Mexmûrê sûc hatine kirin. Tirkiye ji bo Şoreşa Rojava têk bibe bi PDK'ê re dixebite. Bi vê re sîvîlan dikin hedef. Dema mijar dibe kurd peymanên navneteweyî bê kêr dimînin. AKP'ya mêtinger li çar parçeyên Kurdistanê sûcê şer dike û emperyalîst çavên xwe ji vê re digirin. Divê têkoşîna hemû kesên tên çewisandin bê mezinkirin."   Roboskêya duyem   Ji Rêveberiya HDP'ê ya Îzmîrê Ayşe Ozdamar ji bo êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê diyar kir ku Roboskê ya duyem e û wiha lê zêde kir:"Dewleta tirk derbare komkujiya ku tê de zarok hatin qetilkirin de tu daxuyanî neda. Bi vê re komkujiya ku kiriye qebûl kir. Tevî her tişt li holê ye dibêjin me nekiriye. Bi vê re li qirêjiya xwe qirêjiyê li zilma xwe zilmê zêde dikin."