Ji girtiya nexweş re li şûna derman cezayê dîsîplînê hat dayîn 2022-07-22 09:01:46     Marta Somek   STENBOL - Girtiya nexweşa giran Ayfer Ayçîçek a ku 14 sale di girtîgehê de ye di peyama ku ji ajansa me re şand  de diyar kir ku gardiyanan lê ferz kirine ku dermanên xwe li pêş çavên wan vexwe û ji ber ku ev daxwaza wan neaniye cîh du meh cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û di bernameyeke televîzyonê de jî hedef hatiye nîşandan.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Her roj girtî rastî îşkence, tundî, tacîz û binpêkirina mafan tên, di heyama dawî de hejmara xwekuştin û "mirinên bi guman" zêde bûne. Hema bêje her hefte nûçeyên ku girtîyek dimire ji raya giştî re tê ragihandin, Saziya Tiba Edlî (ATK) ji girtiyên nexweş re raporên "dikarin li girtîgehê bimînin" dide û wan bi mirina "dijqanûnî" re rû bi rû dihêle. Ayfer Ayçîçek jî yek ji girtiyên nexweş ên giran e ku tevî nexweşiya xwe bi salan rastî îşkence, tecrîd û şîdetê tê.   Îşkence, tecrîd, şîdet   Ayfer ku di sala 2007'an de li Edeneyê hat binçavkirin û girtin, li gorî daneyên ÎHD'ê yek ji girtiyên nexweş ên giran ên li girtîgehên Marmarayê ye. Ayfer a ku bi îdiaya "endamtiya rêxistê" dihat darizandin û 22 sal û 11 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, niha li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê tê girtin. Ayfer di dema girtina xwe de gelek caran rastî lêgerîna tazî û tacîza devkî ya ji aliyê peywirdarên girtîgehê ve hat. Ayfer 8 mehan di hucreya yek kesî de ma û sirgûnî gelek girtîgehan bû, her ku çû rastî her cure binpêkirina mafan hat.   Ji ber 'zerar dayîna milkê cemaweriyê doz lêvekirin   Der barê Ayfer a ku ji ber şert û mercên girtîgehê bi nexweşiya psîkolojîk ketibû, di dema ku li Girtîgeha Alanyayê dimîne de bi hinceta "Zirar daye mal û milkên cemaweriyê" doz hat vekirin. Ayfer piştre sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê hat kirin, mehek û nîv li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Derûnî ya Bakirkoyê hat dermankirin. Ayfer li vir jî gelek binpêkirin dîtin. Ayfer, bi piştgiriya ku ji girtiyên jin ên li qawîşê girt moral û motîvasyona xwe parast.   Girtiya bi nexweşiya giran Ayfer ji ajansa me re peyamek şand û îşkence û şîdeta di warê derûnî de lê hatiye kirin vegot. Ayferê di peyama ku di 26'ê Mijdara 2021'ê de ji ajansa me re şandibû de jî diyar kir ku rastî zextên derûnî, tacîza devkî, îşkence û zordestiyê hatiye. Ayfer anî ziman ku binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêdetir eşkere bûne, Ayfer serpêhatiyên xwe wekî ronîkirina tecrîda giran şîrove kir. Ayfer di girtîgehê de jî ji ber girtiyên nexweş ji mirinê re hiştin serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) nedaye.   Li şûna dermanan cezayê dîsîplînê tê dayîn!   Ayfer ji ber nexweşiya xwe ya ku piştre ji ber şert û mercên girtîgehê derket 2 sal û nîvan bi rêkûpêk dermanên antîdepresyon û 4 dermanên giran bi kar tîne. Girtiyên bi nexweşiya Ayferê ne di girtîgehê de ne, ji ber nexweşiya wê di laşê wê de gelek werimîn heye. Ayferê di peyama xwe de anî ziman ku herî dawî peywirdarên girtîgehê bi zorê xwestine li ber çavên wan derman vexwe. Ayfer anî ziman ku ew vê pêkanînê qebûl nakin û got ku dermanên wê nayên dayîn û rastî îşkenceya psîkolojîk hatiye. Ayferê her wiha anî ziman ku piştî îşkenceya psîkolojîk tenê ji ber ku dermanên xwe li ber çavê peywirdarên girtîgehê venexwarine 2 meh cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.   Bi tirsa bibe hedef dijî   Dîsa di sala 2021’ê de bi qasî 5-6 meh beriya peyama ku ji ajansa me re şandibû, Ayfer û çend girtiyên di heman rewşê diyar kiribûn ku ew bi bernameyeke bi navê “Di Lêgerînê de” bi dayîna nav û nasnameyan û cihê lê dimînin bûn hedef." û di kanala "TRT World" de ev bername hat weşandin. Ayfer, anî ziman ku ji serbestberdana wê re demeke kurt maye û ev bername dîsa li girtîgehê tê weşandin û wiha got: “Bi awayekî eşkere em hedef tên girtin. Nêzîkî salek û 11 meh maye ku ez derkevim. Lê gava ku ez bi vî rengî derkevim derve, dê pirsgirêkên min çêbibin.  Ayferê parve kir ku ji bo betalkirina bernameyê ji Wezareta Dadê re nameyek nivîsiye û diyar kir ku di bersivê de jê "delîl" hatine xwestin.   Daxwaza wê  jiyaneke mirovî ye   Ayferê destnîşan kir ku ew dixwazin bernameya ku ew bi eşkereyî hedef girtine betal bikin û bêyî ku li îşkenceyê lê bê kirin bikaribe dermanên xwe bixwe.