Xizmên Girtiyan: Hûn çi jî bikin em ê bên 2022-07-21 14:26:59   WAN - Xizmên gitiyan astengkirina çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê ya ku birin ber ediliyê şermezar kirin û gotin, "Hûn çi jî bikin em ê bên" û çalakiya rûniştinê kirin.   Di Nobeda Edaletê ya ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin hat destpêkirin de, xizmên girtiyan îro xwestin li ber Edliyeya Wanê daxuyaniyê bidin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê  Mustafa  Avci û gelek kesên din piştgirî dan çalakiya ku ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.   Girseya ku bertek nîşanî astengiya bi hinceta qedexeya walîtiyê hat kirin da di bin dorpêça polîsan de saetekê çalakiya rûniştinê kir. Herwiha polîsan destûr neda ku rojnameger dîmenê çalakiyê û wêneyên wê bigirin.    'Hûn çi jî bikin em ê bên'   Malbatên ku daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin, di navbera wan û polîsan de niqaş derket. Malbatn ji polîsan re got, "Em ji bo edaletê li vir in, hûn dengê me asteng dikin û hûn çi jî bikin em ê bên."