Ji bo girtina qada hewayî ya ji Tirkiyeyê re li Şehbayê daxuyanî hat dayin 2022-07-21 12:43:55   ŞEHBA - Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê ji bo piştgiriya kampanyaya ambargoya hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.    Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê ji bo piştgiriya kampanyaya ambargoya hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Rêveberya Xweser a Herêma Efrînê, Endamên meclîs û saziyên Wargeha Berxwedanê amede bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl ve hat xwendin.    Daxiyanî wiha bû:    "Bi destpêkirina Şoreşa Rojava ya ya li dijî hêzên mêtinger û şovenîst ya di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de, projeya neteweya demokratîk a li ser esasê prensîbên mirovahiyê û wekheviya gelan hate ragihandin. Vê projeyê statuyên faşîst bêzar kir û stûnên dîktatoriyê yên li herêmê hejand, bi taybetî faşîzma Tirkiyeyê ku bi piştgiriyarêxistinên terorîst ên weke çeteyên Cebhet El-Nusra û komên çekdar hemleyeke dijwar li dijî şoreşa Rojava da destpêkirin û piştre DAIŞ kom kir, da ku hemleyên tunekirinê li dijî pêkhateyên herêmê bi giştî û li ser Pêkhateya Kurdî bi taybetî pêk bîne.   Ji ber hevgirtina pêkhateyên herêmê ev komplo hemû têk çûn. Hikumeta AKP'ê bi rêya artêşa xwe ya bi çekên giran û teknolojiya NATO'yê dest bi destwerdanê kir û dest bi dagirkirina Bakurê Sûriyeyê kir. Piştre bi rêya şerekî ku tê de hemû çekên nûjen hebû û bi erêkirin û girtina çiraya kesk a ji dewletan dest bi operasyonên qirkirinê yên li dijî gelê me yê li Efrînê kir. Vê erêkirinê hişt ku Tirkiye, Girê Spî û Serê Kaniyê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê dagir bike û komkujiyan li dijî şêniyên herêmê yên resen pêk bîne û ji bo temamkirina projeya qirkirin û guhartina demografîk, çete û malbatên wan ji her alî û cihekî ve anîn.    Di bin berxwedana leheng a Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, di sala 2019'an de di navbera hêzên navneteweyî û dewleta tirk a dagirker de peymanek ji bo agirbestekê û ji bo ku Tirkiye bêtir axa Sûriyeyê dagir neke, hat îmzekirin. Lê belê Hikumeta AKP'ê ew peyman bi cih neanî. Binpêkirinên wê bi rêya bombarankirinên rojane yên li ser herêmên sivîlan, her wiha armancgirtina sivîl û kesayetên welatparêz a bi balafiran dewam kirin. Herî dawî cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Cîbicîker a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî hate hedefgirtin, her wiha gefxwerina destpêkirina operasyona leşkerî ya li dijî Minbic û Til Rifetê, didome.   Em wekî Rêveberiya Xweser a Efrînê bi daxuyaniyên partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Her wiha em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku ji bo rawestandina gef û operasyonên leşkerî yên li ser Bakurê Sûriyeyê, zextê li ser dewleta tirk a dagirker bikin. Em di heman demê de daxwaz dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta tirk re bê girtin. "   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrîn û Şehbayê" bi dawî bû.