ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-21 09:00:00     *Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê Canê Ebdo diyar kir ku Jineolojî ji bo şoreşa jinê bingeheke zanistî dide avakirin û wiha got: "Ji bo bihêzkirin û mîsogerkirina şoreşa jinê, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Jineolojiyê jî. Ji ber ku her şoreş pişta xwe dide zanisteke civakî. Jineolojî jî xwe weke zanista şoreşa jinê pênase dike. Kar û barên ku Jineolojî dimeşîne ji bo şoreşa jinê bingeheke zanistî dide avakirin. Ji bo vê Jineolojî mijarên xwe yên lêkolînê li gor pewîstiyên şoreşa jinê diyar dike." DÎMEN HEYE   *Xwişka Mehmet Paksoy ku 14 sal in girtî ye û niha di girtîgeha Eskîşehîrê de tê girtin, Safîye Paksoy destnîşan kir ku cezayê Mehmet qediyaye lê ji ber ku li dijî poşmaniyê derketiye infaza wî hatiye şewitandin. DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweşa giran Ayfer Ayçîçek a ku 14 sale di girtîgehê de ye di peyama ku ji ajansa me re şand  de diyar kir ku gardiyanan lê ferz kirine ku dermanên xwe li pêş çavên wan vexwe û ji ber ku ev daxwaza wan neaniye cîh du meh cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û di bernameyeke televîzyonê de jî hedef hatiye nîşandan.    * Koma Jinên KAYY-DER'ê, 11 sal in li dijî asîmîlasyonê bi Zimanê kurdî ku zimanê wan ê zikmakî ye distirê û derdikeve ser dikê. Endama Komê Zeynep Kuloglu, diyar dike ku ew deyndarên kesên ku ji bo kurdî bedel dane ne û bang li her kesî kir ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. DÎMEN HEYE   *H.D. ya ku piştî bi mêrê bi navê A.D. re hat zewicdandin, şîdeta fizîkî û derûnî lê hatiye kirin bi du zarokên xwe re mêrê lê şîdet dikir terk kir, dibêje, "Naxwzim bimirim" û banga piştevaniyê li jinan dike. DÎMEN HEYE