Li Kobanê bîranîna Komkujiya Pirsûsê 2022-07-21 08:47:16     KOBANÊ - Ciwanên Komînîst ên Kantona Kobanê, di 7'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de 33 kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.   Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navenda çand û hunerê ya li navçeya Pirsus a Rihayê gelek kes ji bo ku li dijî êrîşên li Ser Kobanê piştevaniyê bidin şêniyên wê û ji zarokên li Kobanê re pêlîstokan bibin kom bibûn. Di dema ku her kes li hev kom bibû û amadekariya derbasbûna Kobanê dikirin çeteyekî DAIŞ'ê  li wê derê êrîşa bombeyî pêk anî û di encamê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.    Di 7'emîn salvegera vê komkujiya hovane de, bi dehan ji şênî û ciwanên Komînîst ên Kantona Kobanê kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û careke din komkujî şermezar kirin.  Bi dehan ji malbatên cangoriyên komkojiyê,rêhevalên wan beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqekeyeke rêzgirtina ji bo tekoşerên azadiyê dest pê kir û paşê ciwanên Komînîst dest bi berzkirina dirûşmên “Namirin namirin” û “Zîlan Namire”hatin berzkirin. Di bîranînê de wêneyên 33 kesên ku di biranînê de jiyana xwe ji dest dan hatibûn hildan.    Di bîranînê de li ser Navê Ciwanên Komînîst  ji aliyê Ekîn Istiyan ve axaftin  hat kirin.   Ekînê di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Em cangoriyên xwe bi serbilindî bi bîr tînin û bejina xwe li hember bîranîna wan ditewînin.  Bi vê komkujiya ku li ser destên faşîzma tirk hatiye kirin, xwestin ku vîna ciwanên me lawaz bikin û rê li ber karûxebatên wan bigirin.  Lê bila faşîst baş li berxwedan û tevgera me binhêrin û zanibin em tu carî li ber wan teslîm nabin.”   Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.