Xizmên Girtiyan: Ev dijminantiyek çawa ye? 2022-07-20 13:28:26       AMED - Xizmên Girtiyan ku gotin , "Bingeha jiyanê edalet e", bertek nîşanî bêdengiya rayedaran a li hemberî daxwazên xwe dan û gotin, "Ev dijminantiyeke çawa ye?"   Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li Amedê dabûn destpêkirin îro li ber Saziya Tipa Edlî berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û alikariyê ya bi kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an jî piştgirî dan çalakiyê.   'Em qebûl nakin'   Ji xizma girtiyan Încî Guler a ku di çalakiyê  de axivî, diyar kir ku bi mehan e çalakiya wan berdewam e, lê rayedar li hemberî daxwazên wan bêdeng in. Încî wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ger ku li gorî qanûnan tevbigeriyana, dê îro girtiyên nexweş ne di girtîgehê de bûne. Dixwazim herkes destê xwe dayne ser wicdanê xwe. Lê niha ez li kê dinêrim dilê wan bûye kevir. Divê herkes xwedî li girtiyan derkeve. Ev dijminatiyeke çawa ye? Çi dibe bila bibe em  binpêkirina mafan qebûl nakin."   'Bingehê jiyanê edalet ava dike'   Încî bang li partiyên siyasî jî kir û got, " Qanûnên ji meclisê dertên bi îmzeya we dertên. Divê hûn baş bizanibin ku bingehê jiyanê edalet ava dike."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan, "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.