Li Kobanê 10'emîn Salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin 2022-07-20 12:07:04     KOBANÊ - Bi minasebeta Salvegera 10’emîn Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî li dar xist.    Duh Salvegera 10’emîn Şoreşa rojavayê Kurdistanê bû. Ji bo pîrozkirina salvegera şoreşê duh êvarç li Kobanê bi hezaran ji şêniyên Kantona Kobanê şahiyeke bi coş li dar xistin. Di şahiyê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan, wêneyê cangoriyên berxwedaniya Meha Tîrmehê û Pankarta bi nivîsa “Em ê dagirkeriyê têk bibin, Sûriyeyê Demoqratîk ava bikin” hatibû daliqandin. Bi giştî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha Tebqa,Reqa, Minbic, beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de Koma Kobanê, Tevgera Hîlala Zêrîn jî staran pêşkêş kirin. Şahi li qada Şehîd Egîd hate lidarxistin.  Beriya ku şahî dest pê bike ji bo bîranîna tekoşerên azadiyê deqeyeke rêz  hat girtin û paşê li ser navê Rêxistina Kongereya Star a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Fewiza Yusuf ve axaftin hat kirin.   ‘Em ê heta kêliya dawî vê destkeftiyê biparêzin’   Fewiza di destpêka axaftina xwe de tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piroz kirin û got: “Em vê şoreşê bi navê hemû gelan diyarî Rêber Apo û cangoriyên azadiyê dikin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê nirxekî herî pîroz û dewlemend e. Bi berxwedanA wê şoreşê îro em bi hevdû re li vê derê kêfxweşiya xwe parve dikin.  Em ê vê deskeftiyê biparêzin heta kêliya dawî.”   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.