Li Şehbayê salvegera 19'ê Tîrmehê bi şahiyekê hat pîrozkirin 2022-07-20 08:52:38     ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera 10'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê, şoreşa Rojavayê Kurdistanê bı şahiyek girseyî pîroz kirin.    Bi minasebeta 10'emîn Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19'ê Tîrmehê Bi dirşma "Em ê  dagirkeriyê têk bibin û Suriyekek demokratîk ava bikin" şêniyên Efrîn û Şehbayê li hev kom bûn û bi girseyî salvegera şoreşa rojavayê Kurdistanê  bı şahiyek girseyî pîroz kirin. Di şahiyê de hemû şêniyên Efrîn, Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrînê amede bûn. Qada şahiyê bi alên Kongreya Star, Meclisa Nalbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser, her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre Koma Şehîd Hêva ya Kevana Zêrîn stran pêşkêş kirin.    '19'ê Tîrmehê roja serhildanê ye'   Endama Meclisa Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyê Zelal Ceger ev tişt anî ziman: "Em vê roja vejînê li hemû gelê welatparêz û cangoriyên azadiyê û Rêber Apo pîroz dikin. roja 19'ê Tîrmehê ji bo me roja vejînê, roja azadiya gelan û roja tekoşîna azadiyê ye. Ev roj bi xwe roja têkoşîn û serhildanê ye. Şoreşa Rojava 10 sal li pey xwe hiştin. Bi hemû hêz û têkoşîna xwe me ji dijmin re îspat kir ku em hene û em ê her tim hebin. Lê li hember vê rastiyê dewleta tirk îro carek din li Tehranê hevdîtinan dike û pilanan datîne ji bo me tune bike.  Lê belê îro û di demek wiha de hebûna me li vê derê dijmin têk dibe. Li seranserî cîhanê gelê me li qada ye û dibêje dijmin çi dike bila bike, lê heta ku şervan û qehremanên azadiyê hebin em jî hene."   Piştre Koma govendê ya Çiyayê Kurmênc govend girt, her wiha helbestvan Ehmed Selamê jî helbest xwendin. Piştre dîsa stran ji aliyê hunermend Mihemed Cimo û koma Çiyayê Kurmênc a staranan ve hatin gotin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.