Hevdîtina Jinan a Havînê ye Jineolojiyê dê bê li darxistin 2022-07-19 10:21:41     STENBOL - Atolyeyên Jineolojiyê yên Stenbolê dê di 24’ê Tîrmehê de li Parka Yogurtçu bi jinan re bê gel hev.    Atolyeyên Jineolojiyê yên Stenbolê dê di 24’ê Tîrmehê de Hevdîtina Jinan a Havînê ya Jineolojiyê pêk bîne. Di atolyeyê de çîrokên  ku bi sedan sal e tên vegotin bi kurdî û tirkî dê bên parvekirin. Her wiha dê muzîk jî bê guhdarkirin. Atolye dê li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê saet di 17.00’an de dest pê bike. Atolyeyên Jineolojiyê xwest hemû jin beşdarî hevdîtinê bibin.