Doç. Dr. Yasemin Ozgun: Wê ji bo Ayselê têkoşîn bidome 2022-07-19 09:05:34   Dilan Babat   ENQERE - Doç. Dr. Yasemin Ozgun diyar kir ku roja 500'î de ye ku teşhîsa demansê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk hatiye danîn û got:"Ji ber Ayselê jineke bi hêz e loma dibe hedefa îktidarê. Wê ji bo Ayselê têkoşîn bidome."   Li girtîgehên Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe. Girtiyên tedawiyên wan tên astengkirin terkî mirinê tên kirin. Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk jî ev 5 sal in di Girtîgeha Tipa F ya Kandirayê tê girtin û nexweşiya demansê ji bo hatiye danîn. Li ser vê yekê jî ATK'ê cara sisiyan rapora dikare di girtîgehê de bimîne da Ayselê.    Akademisyena Aştiyê Doç. Dr. Yasemin Ozgun a li ser navê Platforma Jinê ya Enqereyê beşdarî kampanyaya ji bo Azadiya Aysel Tugluk 1000 îmze bûye polîtîkayên li dijî girtiyan di meriyetê de nirxand.    'Ji bo 1000 îmzeyî em derketin rê em gihaştin milyonan'   Yaseminê bi lêv kir ku di Sibata 2021'ê de ji bo Aysel Tugluk teşhîsa demansê hatiye danîn û got:"Ji wê rojê de ye em têdikoşin ku bê berdan lê belê ji bo berdanê gavên erênî nehatin avêtin. Me ji bo Ayselê koma ji bo Azadiya Aysel Tugluk 1000 îmze ava kir. Ev koma demeke dirêj e faliyetên curbecur dike. Li her derê Tirkiyeyê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Li Stenbolê jî bi beşdariya pispor û hiqûqnasan daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Li bajarên cuda jî daxuyanî hatin dayin. Me name ji Ayselê şand da ku xwe tenê nebîne û hês neke. Me hewl da em xwe bigihêjin Odeya Tabîb û Yekîtiya Baroyê. Yekîtiya Tabîban hîn bersivên erênî da. Li Yekîtiya Baroyan hinek pirsgirêk derketin û baroyên 20 bajaran li ser vê mijarê daxuyanî dan. Me ji cîhanê jî îmze kom kirin. Ji bo 1000 îmzeyî em derketin rê em gihaştin milyonan. Em hewl didin zextê li ATK û hinek merciyên biryarê bikin."   'Ji ber jineke bi hêz e loma dibe hedef'   Yaseminê bi lêv kir ku ji ber Ayselê di siyaseta kurd de ji bo aştî û azadiyê li ber xwe dide loma dibe hedef û wiha pê de çû:"Dewlet ji vê mijarê gelekî aciz e. Dixwazin feraseta partiya Ayselê jî darizînin. Li ser HDP'ê dozeke girtinê heye. Dixwazin ji ser vêya zextê bikin. Ji ber jineke bi hêz e loma dibe hedef. Girtina girtiyên nexweş encama rejîma ber bi zext û otorîtertiyê ve dimeşe ye. Em dikarin êdî behsa rejîmeke ku nikare bi rê ve bibe, bikin. Dixwaze bi zext û zordestiyê karê xwe bike. Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û hinek mahkûmên ku di bin navê întixarê de tên qetilkirin hene. Li cihên ku heq, hiqûq, edalet lê tune ye mirov dikare bi bûyerên wiha rû bi rû bimîne. "   'Wê têkoşîna me ya ji bo girtiyên nexweş bidome'   Yasemînê bi lêv kir ku ew ê têkoşîna wan a ji bo Aysel û girtiyên din ên nexweş bidome û wiha got:"Bi gelek testan hat ispatkirin ku asta bi bibîranînê ya Ayselê kêm e. Lê belê tevî vê yekê jî rapora dikare di girtîgehê de bimîne tê dayin. Em îtirazên li AYM û AÎHM'ê dişopînin. Îro jî roja 500'î de ye ku teşhîsa demansê ji bo Ayselê hatiye danîn. Ji bo em vê mijarê di rojevê de bihêlin ew ê têkoşîna me bidome. Her wiha ji bo girtiyên nexweş bên berdan wê têkoşîna me bidome."