'Qetilkirina rojnamegerên jin derveyî pîvan û rêgezên mirovahiyê ye' 2022-07-19 09:04:54     Yara Kendeş   KOBANÊ - Di derbarê qetilkirina Rojnemevan Menal Salih EL-Mizek de, ji Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya Herêma Firatê, Fewziya Henîfî wiha got: "Qetilkirina rojnamegerên jin derveyî pîvan û rêgezên mirovahiyê ye."   Rojnamegera Komîteya Jinan a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih EL-Mizel hat qetilkirin. Cenazeyê Menalê serjêkirî di maleke kavilkirî de ya nêzî Kampa bajarê Mihêmîd yê Rojavayê Dêrazorê hate dîtin. Menalê ji gundê Cewala yê Dêrazorê yê di bin sîwana serweriya Hikumeta Şamê de penaber bûye. Her wiha ev ne cara yekemîn e ku bi vî rengê hovane jinên pêşeng têne qetilkirin û hedefgirtin. Di vê çarçoveyê de ji Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya Herêma Firatê Fewziya Henîfî ji ajansa me re axivî.   'Qetilkirina rojnamegerên jin derveyî pîvan û rêgezên mirovahiyê ye'   Fewziyayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina rojnamevana jin û wiha got: "Di 15'ê Tîrmeha 2022'yan de rojnamevan Menal Salih EL-Mizel bi awayekî hovane hat qetilkirin. Her wiha ev ne cara yekemîn e ku bi vî rengî jinên pêşeng ên ku behsa mefê xwe dikin têne qetilkirin. Ji ber vê jî her dem bi rê û rêbazên cuda kiryarên bi vî rengî di derheqê jin û civakê de pêk tînin. Lewma jî li Dêrazorê pir caran bûyerên wiha têne kirin. Ev bûyerê ku têne kirin, derveyî pîvan û rêgezên mirovahiyê ne. Qetilkirina rojnamegerên jin derveyî pîvan û rêgezên mirovahiyê ye."   'Ev yek têkoşîna wan sînordar nake'   Fewziyayê bi lêv kir ku jin tu carî serî natewînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dibînin bi çi rengî êrîşên dijwar li ser jin û civakê têne kirin lê belê em vê yekê tucarî derbas nakin û dê her tim di bala me de bimîne. Çawa Hevrîn Xelef ku ji lehengeke jinên siyasetmedar bû, bi giranî êrîşî wê kirin û dixwestin projeya wê têk bibin niha jî bi kuştina rojnamegereke jin dixwazin heman tiştî bikin. Lê piştî şehadeta wê bi hezaran ji jinên azadîxwaz doza wê dewam kirin. Her wiha yên weke wê jî pir in. Em hemû dizanin, jin tucarî serî li ber van kiryaran natewîne û ev yek têkoşîna wan sînordar nake."   Banga li Rêxistinên Mafên Mirovan   Fewziyayê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em weke Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, van kiriyaran şermezar dikin. Her carê pêşengeke me tê hedefgirtin. Em vê yekê qebûl nakin. Ne careke û ne jî du car in. Yên weke Arîn û Barînan ji bo me jiyana xwe feda kirin. Em deyndarê vê yekê ne. Ez bang li Rêxistinên Mafên Mirovan dikim ku rê li ber van bûyeran bigirin û mafê jinan binpê nekin."