Jinên Minbicê: Ji bo ispatkirina hebûna me, şoreş bû derfeteke mezin 2022-07-19 09:01:51     Sîdra Mamo   ŞEHBA - Jinên Minbicê têkildarî şoreşa 19'ê Tîrmehê û bandora wê ya li ser jiyana wan kiriye ev tişt anîn ziman: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi xwe şoreşa jinê ye, ji ber ku jinê tê de cihekî pir mezin girt û xebatek bi bandor meşandiye. Jinan parastina axa xwe kirin û li hember dagirkeriyê li berxwe dan. Hemû barê vê şoreşê li ser pişta jinê ye. Bi taybet hêza jinê ya leşkerî hêz da me. Dema me dît jinê çek hildaye ser milên xwe û bi cesaret in ev yek ji me bû hêz û moral. Ji ber vê yekê em şoreşa 19'ê Tîrmehê pir pîroz dibînin ji ber ku ger ev şoreş neba rewşa me niha ne wisa bû. Piştî ku min cih di vê şoreşê de girt gelek guhertin di kesayeta min de hat çêkirin."   Li dijî koletiyê û serweriya zihniyeta mêrê serdest a ku her tim xwestiye civakê li gor berjewendiyên xwe bide meşandin gelek caran jinan serî hildane û li dijî vê zinhiyetê li berxwe dane. Zihniyeta baviksalar a ku her tim xwest jinê bike koleyê civakê û amûreke kirîn û firotanê ya di bin navê ol û kevneşopiyê de, her tim tundiyê û neheqiyê li jinê dike. Vê zihniyetê her tim xwest hemû destkeftiyên jinê bidize. Her tişt ji destê jinê girtin û ji jinê re gotin tu tenê ya mal û zarokan e. Vê zihniyeta baviksalar ji ber vê yekê hêz û vîna jinê û hebûna wê çewisand.    Lê bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re jin ji nû ve li ser piyan sekinîn û tevlî şoreşê bûn. Jinê di şoreşê de hebûna xwe bi hemû awayan li pêşiya hemû cîhanê ispat kir. Têkoşîn û berxwedana ku 10 sal in ji destpêka şoreşê dewam dike niha ji jinên Rojhilata Navîn re dibe feyz. Jinan bi têkoşîna xwe destkeftiyên pir mezin bi dest xistin û ji dijmin re bûn bersiv. Ji jinên ku herî zêde ji vê yekê bi bandor bûn û xwestin tevlî vê şoreşê bibin jinên Minbicê ne. Piştî ewqas dagirkerî û pişaftinê dîsa jî berê xwe dan nava şoreşê û xwestin hebûna xwe ispat bikin. Têkildarî mijarê jinên Minbicê ji ajansa me re axivîn û nirxandin kirin.    'Bi tevlîbûna şoreşê dengê min bilind bû'   Endama Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê Rabia Bekro ya ji pêkhateya ereb diyar kir ku şoreşa 19'ê Tîrmehê hêz û vînek mezin di nava wan de çêkiriye û wiha got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi xwe şoreşa jinê ye, ji ber ku jinê tê de cihekî pir mezin girt û xebatek bi bandor meşandiye. Her wiha jinan parastina axa xwe kirin û li hember dagirkeriyê li berxwe dan û heta niha li berxwe didin. Hemû barê vê şoreşê li ser pişta jinê ye. Bi taybet hêza jinê ya leşkerî hêz da me. Dema me dît jinê çek hildaye ser milên xwe û bi cesaret in ev yek ji me bû hêz û moral. Ji ber vê yekê em şoreşa 19'ê Tîrmehê pir pîroz dibînin ji ber ku ger ev şoreş neba rewşa me niha ne wisa bû. Piştî ku min cih di vê şoreşê de girt gelek guhertin di kesayeta min de hat çêkirin, êdî hêza min a helwestekê nîşan bidim çêbû. Êdî min dikarîbû ji her tiştî re bêjim na û dengê min ê ku ewqas sal tune bû, bilind bû. Min xwe nas kir û fikrên rast nas kir. Ji ber vê yekê êdî erka min e ku ez vî fikirî bi hemû jinan bidim naskirin."   'Divê jinên ereb li dijî koletiyê serî hildin'   Rabia Bekro di dawî de bang kir ku hemû jinên di bin bandora ol û kevneşopiyan de mane tevlî şoreşê bibin ji bo ku xwe nas bikin û wiha bi dawî kir: "Mixabin heta niha piraniya jinên me hîna di bin bandora ol û kevneşopiyên ku li ser wan hatiye ferzkirin de mane. Lê daxwaza me ew e ku jin li hember vê yekê têkoşînê bikin ji bo ku bikaribin ji rewşa xerab xilas bibin. Êdî bes e divê jinên ereb li dijî koletiyê serî hildin û ji sînorên mal derkevin. Di dawiyê de daxwaza min ew e ku hemû jinên bindest derkevin û rastiyê bibînin. Her wiha azadiya xwe bi dest bixin. Ji bo vê divê têkoşînê bikin."    'Ji bo ispatkirina hebûna me, şoreş bû derfeteke mezin'   Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Heyat Salêm a ji pêkhateya tirkmen da zanîn ku bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yekbûna gelan û pêkhateyan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat avakirin û wiha vegot: "Ev şoreş merheleyek pir girîng bû ji bo me û tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber ku bi saya fikir û felsefa Rêber Apo û şoreşa heyî hemû gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn yek û êdî projeya Netewa Demokratîk ji xwe re esas girtin. Ev şoreş şoreşek cîhanî bû. Bandor li ser tevahî cîhanê kir, şoreşê derfetek pir mezin da me ji bo ku em hebûna xwe ispat bikin. Ji ber vê yekê divê ku em hemû bi israr bin û xebata xwe hîn mezin bikin ji bo ku em bikaribin welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin."   'Her kes bi netewa xwe heye'    Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Senai Receb a ji pêkhateya çerkes bi lêv kir ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de weke gelê çerkes wan karîbûn hebûna xwe ispat bikin û wiha da dû gotina xwe: "Wekî pêkhateya çerkes, Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû sedema hebûna me. Ji ber ku di dema desthilatdariyê de yek al, yek nîjad, yek ziman, yek ol û yek netew li ser hemû gelan hatibû ferzkirin û em hatibûn tunekirin. Lê niha em bi zimanê xwe û netewa xwe hene. Niha li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her kes bi ziman û netewa xwe heye, ev jî ji bo me pir bi wate ye. Ji ber vê yekê jî daxwaza me ji hemû jinan re heye ku têkoşînê bikin, heya digihêjin armanca xwe û bidestxistina mafê xwe."