ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-19 09:00:00     *Jinên Minbicê têkildarî şoreşa 19'ê Tîrmehê û bandora wê ya li ser jiyana wan kiriye ev tişt anîn ziman: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi xwe şoreşa jinê ye, ji ber ku jinê tê de cihekî pir mezin girt û xebatek bi bandor meşandiye. Jinan parastina axa xwe kirin û li hember dagirkeriyê li berxwe dan. Hemû barê vê şoreşê li ser pişta jinê ye. Bi taybet hêza jinê ya leşkerî hêz da me. Dema me dît jinê çek hildaye ser milên xwe û bi cesaret in ev yek ji me bû hêz û moral. Ji ber vê yekê em şoreşa 19'ê Tîrmehê pir pîroz dibînin ji ber ku ger ev şoreş neba rewşa me niha ne wisa bû. Piştî ku min cih di vê şoreşê de girt gelek guhertin di kesayeta min de hat çêkirin." DÎMEN HEYE   * Hunermend Suna Alan da zanîn ku yek ji armanca wê ew e ku stranên kurdî bigihêjîne ber destên gelek aliyan û got:"Min behsa aliyê serhildêr ê hunermendên kurd kir."   * Di derbarê qetilkirina Rojnemevan Menal Salih EL-Mizek de, ji Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya Herêma Firatê, Fewziya Henîfî wiha got: "Qetilkirina rojnamegerên jin derveyî pîvan û rêgezên mirovahiyê ye." DÎMEN HEYE   * Doç. Dr. Yasemin Ozgun diyar kir ku roja 500'î de ye ku teşhîsa demansê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk hatiye danîn û got:"Ji ber Ayselê jineke bi hêz e loma dibe hedefa îktidarê. Wê ji bo Ayselê têkoşîn bidome." DÎMEN HEYE   * Xwendekara MSGSU'yê ya ku xeyalên Hatice Ezgi Saadet a di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da dide jiyîn da zanîn ku ew dixwazin xeyalên Haticeyê pêk bînin. DÎMEN HEYE   * Enternasyonalista katalan Diana Montseny diyar kir ku sisetema bi Şoreşa Rojava hatine avakirin gaveke pir mezin e. Diana ani ziman ku Şoreşa Rojava destpêkek e û ji bo hemû gelan e.  DÎMEN HEYE   * Danişîna derbarê bersûcên firar ên Doza 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)   * Nobeta Edaletê ya  Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya  Rihayê dê berdewam bike. (10.00-17.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Îzmîr, Enqere û Stenbolê têkildarî binpêkirinên mafan ku zêee bûne dê civînên çapemeniyê li dar bixin. (12.00)