Di turnuvaya futbolê de ji bo rojnamegerên girtî pankart hat vekirin 2022-07-18 12:14:15     STENBOL - Di turnuvaya futbolê de ji bo rojnamegerên girtî pankar hat vekirin.   Turnuvaya Futbolê ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kordînasyona Jinên Ciwan ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê ku di Newroza Amedê ya 2017’an de hatibû qetilkirin, bi dirûşma “Tu jî li dijî bendîbûna tiryakê golekê biavêje” didome. 12 jê jin bi giştî 152 tîm di çarçoveya turnuvayê de derdikevin sehayê. Beşa ewilî ya turnuvayê duh li Stenbolê dest pê kir.    Pankart vekirin   Di çarçoveya turnuvayê de duh li sehayeke li Eyûpsûltanê di navbera tîma Çapameniya Jinên Azad û Tevgera Jinên Azad (TJA) de maç hate lîstin. Jinên kedkar ên çapameniyê bi pankarta rojnamegerên ku wêneyên wan li ser û bi nîvîsa “Çapameniya azad nayê bêdengkirin” bal kişandin ser rewşa hevalên xwe yên hatine girtin. Di heman demê de şopdarên turnuvayê jî bi dirûşman piştgirî dan tîman.      Di maçê de tîma Çapemeniya Azad bi ser ket û derket tûra jortir.