Kongreya Star bi munasebeta salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da 2022-07-18 11:29:54   ŞEHBA - Bi munasebeta salvegera 10'emîn a şoreşa Rojavayê Kurdistanê Kongreya Star a herêma Efrînê û Meclisa Jina Adad a Şehbayê daxuyanî dan.   Bi munasebeta salvegera 10'emîn a şoreşa Rojavayê Kurdistanê Kongreya Star a herêma Efrînê û Meclisa Jina Adad a Şehbayê li Wargeha Serdemê ya Kantona Şehbayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hemû jinên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amede bûn. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star, Meclîsa Jina Azad a Şehba û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kevana Zêrîn Ronahî Şêxo ve hat xwendin.   Daxiyanî wiha ye:    "Şoreşa ku di roja 19'ê Tîrmehê ya 2012'an de dest pê kir, bû çîrûskek hêviyê ya ji hemû mirovahiyê ya di sedsala 21'emîn de. Di heman demê de bû şoreşa azadiyê ya ku 10 sal ji ser derbas bûye. Şoreşa azadiya hemû pêkhateyên civakê, şoreşa jin, şoreşa ciwanan em dikarin bêjin ku şoreşa civaka demokratîk e. Bersiva herî xurt a li hember siyasetên pişavtinê û qirkirinê ye.    Ji destpêkê ve Şoreşa Rojava li ser esasê xwişk û biratiyê ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat demezrandin û sîstema Netewa Demokratîk di wateya herî rast de hat temsîlkirin û gihaşt astek bilind. Ev yek bi saya berxwedana Kobanê bi saya fedaî û qehremanên YPG û YPJ û QSD'ê yên ku nirxên şoreşê parastin û gelek ji wan jî  birîndar ketin, bi tevlîbûna mirovên enternasyonal ji hemû aliyên cîhanê yên ku li hember faşîzmê serî rakirin û gihaştin asta şehadatê, şoreş pêk hat. Di dîrokê de di tu şoreşan de jin ewqas nebûn xwedî mîsyon û pêşengtî nekirin bi qasî vê şoreşê ne tenê jina kurd di heman demê de bû dengê şoreşa jinê ya di Rojhilata Navîn û Cîhanê de.   Têkoşîna bê navber a ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gav bi gav dan meşandin bû sedem kû DAIŞ û rêxistinên  paşverû û hovane di herêmê de werin rûxandin û li hember êrîşên dewlata tirk û çeteyên dagirker li ber xwe didin. Şoreşa Rojava xwedî risteke mezin e ji ber ku tevahî cîhan ji gefên terorê xilas kir, lê mixabin heya niha hêzên navnetewî deskeftiyên şoreşê ji nedîtî ve dihesibînin. Pîştî 11 salan Rojava bû herêmek xwedî  statuyekê ku hejmareke zêde ji koçberên Sûriyeyê hembêz dike. Xwedî taybetmendiyeke demokratîk e lê dîsa jî rewşa herêmê li ber çavan nayê girtin.   Di van şert û mercan de ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, ne navendî û  ji bo parastina destkeftiyên ku me bi xwîna şehîdan û berxwedana gel bi dest xistine em ê têkoşîna xwe bidomînin. Banga me ji hemû sazî û rêxistinên mirovahî û bi taybet rêxistinên jin û zarokan heye ku bigihêjin biryarekê ku qada hewayî ya Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re bê girtin.    Ji bo parastina gelê sivîl û rawestandina herikîna xwînê divê aliyên têkildar hemû derfetên xwe bi kar bînin ji bo naskirina fermî ya Rêveberiya Xwesar ji ber ku sîstema herî rêxistinkirî, aram û ewle ya di herêmê de ye. Em jî tevgera jina azad tevlî pêngava herêmî û navneteweyî dibin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.