'Yên bûn sedema qetilkirina Deniz Poyraz divê bên darizandin' 2022-07-18 10:34:49     ÎZMÎR - 4'emîn rûniştina doza Onur Gencer ê di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Deniz Poyraz qetil kir dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê bê dîtin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê berî rûniştinê li ber avahiya edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ji kujeran hesab bipirsin dê faşîzm têk biçe" hat vekirin. Her wiha dirûşmên "Deniz Poyraz rûmeta me ye","Ji bo Pirsûsê edalet ji bo Denizê edalet","Deniz Poyraz nemir e" hatin berzkirin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Piştî daxuyaniyê Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê da.    Serpil Kemalbay da zanîn ku di rûniştina berî vêya de fiyaskoya edaletê hatiye jiyîn û got divê her kesên ji vê komkujiyê berpirs in bên darizandin. Her wiha Serpilê da zanîn ku sîstema bersûc diparêze dê di dawiyê de bê mehkûmkirin.    Hevserokê HDP'ê yê serdema berê Sezai Temelli jî da zanîn ku edalet bi saya têkoşînê pêk tê û got ev têkoşîna edaletê ya me hemûyan e, ji bo em bi aştiyê bên gel hevdu divê em ji zihniyeta komkujiyê dike hesab bipirsin.    Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî got êrişên li dijî HDP'ê yên girtinê bingeh ji komkujiya Deniz Poyraz re amade kiriye, em helal nakin em ê hesab bipirsin.    Piştî daxuyaniyan Jin bi hev re bi hêz in daxuyanî da û got bijî piştevaniya jinê.    Her wiha dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz jî wiha got:"Niha Denizê nemiriye ew li nava me ye. Wan nikaribûn Denizê bikujin. Kujerê hov Denizê kuşt lê belê gel li ser piya ye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Şehîd namire."