Rola jinê ya di şoreşê de hat nîqaşkirin 2022-07-17 09:25:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta Şoreşa Rojava semîner hat lidarxistin û jinan bal kişandin ser rola jinê ya di şoreşê de.    Nûnertiya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê ji bo salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê semînerek li Silêmaniyê organize kir.   Di saetên êvarê de Nûnertiya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê li ofîsa xwe ya Silêmaniyê bi boneya  salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava semînerek da.   Di semînera ku gelek jin tê de amade bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Piştre peyama Kongreya Star ji aliyê Silava Silêman ve hat xwendin. Di peyamê de hat gotin, “Em dizanin sînorên destkird nikarin bandorê li ser dil û mejiyê me bike. Hûn kesayet û jinên Kurdistanê ne, ji bona wê li her cihek êşek hebe dilê we diêşe. Li her cihek êriş hebe hûn xwedî helwest in. Li her cihek berxwedan bi pêşkeve hûn dengê têkoşînê bilind dikin. Ev jî helwestek neteweyî ye.”   Piştre Nûnera Kongreya Star Lêman Şiwêş jî axivî û got, “Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bingeha rêxistinbûna jina kurd hebû. Ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe şoreş li ser wî bingehî çêbû ku armanca wê serkeftina îradeya jin û Gelê Kurd bû. Cudahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hemû şoreşên din ew e ku jin di şoreşa Rojava de nûnertiyê dikin. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê bû. Li beramberî hêzek tundrew wek DAIŞ’ê têkoşîn û berxwedanek bêhempa hat kirin. Ev yek jî bi îradeya jina azad pêk hat. Yek ji serkeftinan jî rakêşana bala cîhanê ya ji bo têkoşîna jina kurd bû.”   Piştî axaftinan têkildarî têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê sinevizyonek hat nîşandan û jinên tev li semînerê bûn jî pîrozbahî li nûnertiya Kongreya Star kirin.