Rojnamegeran li Mersînê daxuyanî dan: Rojnamegerî ne sûc e 2022-07-16 18:54:41   MÊRSÎN - Li Mêrsînê rojnamegeran piştgirî dan 16 rojnamegerên kurd ên girtî û gotin rojnamegerî ne sûc e. Komeke rojnamegeran li Mêrsînê derheqê 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatine girtin daxuyanî dan. Daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em rojnamegeriyê diparêzin","Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.” hatibûn daliqandin û dowîzên “Em naxwazin rojnameger di girtîgehê de bin” û “Azadî ji rojnamegeran re” hatibûn vekirin. Nûçegihanê Rojnameya Guney Mahmût Sonmez li ser navê rojnamegeran axivî û da zanîn ku 16 rojnamegerên li Amedê hatin girtin ev meheke di girtîgehê de ne. Guney Mahmut diyar kir ku li gel hempîşeyên wan her wiha pîşe û mafê agahîgirtinê jî hatiye zindanîkirin. Mahmut, da zanîn ku rojnamegerî sûc nîne û wiha domand: “Rojnamegerî ne sûc e. Yên ku rojnamegeran digirin sûcdar in. Banga me ji bo her kesî ew e ku ji bo hilweşandina vî dîwarê bêdengiyê yê li hemberî çapemeniya kurd, bêhtir dengê xwe derxînin. Em dixwazin ku xwedî li mafê xwe yê agahîgirtinê derkevin. Cihê rojnamegeran ne girtîgeh lê kolanan in. Divê hempîşeyên me di zûtirin demê de werin berdan. Em ê rojnamegerî û rojnamegeran biparêzin.” Piştre jî Mahmut peyamên piştevaniyê yên rojnamegerên girtî xwend. Mehmet Alî Ertaş: “Weke rojnamegerên azad me ji ber ku karê xwe kir û nûçeyên rast çêkirin lewma em hatin girtin. Raya giştî baş pê dizane ku em rojnameger in û ji ber vê sedemê hatine girtin. Desthilatdarî jî dibêje; ‘tenê mîkrofonek heye û tenê alîgirinên min dikarin biaxivin.’ Nexêr dê wisa nebe. Guhdarîkirina wî dengê mîkrofonê û axaftina wê mîkrofonê jî mafê hemû hemwelatiyan e. Em ê bi vê ferasetê rojnamegeriya xwe bidomînin û agahiyê bigihînin gel. Spasiya hemû kesên piştevanî kirine dikim.” ‘Em bi operasyona dijhiqûqî hatin girtin’ Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî wiha got: “Em bi operasyoneke derhiqûqî hatin girtin. Ji azadî û karê xwe bêpar hatin hiştin. Sûcê me çi ye? Bêguman tenê karê rojnamegerî ye. Weke kesên xêz dikin, dikêşin, vedibêjin, me kesên dixwestin tenê dengê wan were bihîstin aciz kir. Di encamê de jî hatin girtin. Yên ku dibêjin dê bi vî awayî me bêdeng bikin xwe dixapînin. Em ê karê xwe bidomînin û wan her nerehet bikin. Em spasiya her kesên piştevaniya me kiriye û bawerî bi rojnamegeriyê anîne dikin. Bi hêviya ku piştevanî hîn mezintir bibe…”  ‘Em ê rojnamegeriya xwe bidomînin’ Edîtorê MA’yê Azîz Oruç jî ev peyam parve kir: “Em rojnameger bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Di nava mehekê de me du girtîgeh guherandin. Herî dawî biryar hat dayîn ku li girtîgeha bi ewlekariya bilind bên ragirtin… Em rojnameger in. Ew jî vê dizanin. Em li hundir jî bin li derve jî bin dê rojnamegeriya xwe bidomînin. Ew jî vê dizanin. Piştevaniya li derve hêzê dide me. Divê em vê piştevaniyê hem li hundir û hem li derve mezintir bikin. Bi hêviya rojên azad.” Nûnerê ÎHD’a Çukurovayê parêzer Bedrî Kuran jî da zanîn ku girtina rojnamegeran binpêkirina maf e û xwest ku rojnameger bên berdan.