Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 701'ê de ye 2022-07-16 14:14:06   AMED - Xizmên Windayan di hefteya 701'ê ya çalakiya xwe de diyar kir ku îktidar li hemberî daxwazan bêdeng e lê belê dê têkoşîna kesên li heqê xwe digerin li her derê bidome.    Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di hefteya 701’emîn a çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan Amedê li dar xistin. Endam û rêvebirin Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê piştgirî dan çalakiyê û tev li bûn.    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê vê hefteyê li aqubeta Hasan Gulunay ê ku di sala 1992’yan de ji mala xwe ya Tarabyaya Stenbolê derdikeve, tê binçavkirin û windakirin pirsîn.    'Malbat û dayikên windayan dîsa jî têdikoşin'   Di serî de Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Abdullah diyar kir ku desthilatdarî dixwaze xizmên windayan bêdeng bike û wiha got: “Ji aliyê demokrasiyê ve Tirkiye paşve diçe. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewroapyê piştguh dikin. Me herî dawî di doza Osman Kavala de dît. Tirkiye pêymanên nawnetewî bicih nayîne. Tevî vê yekê jî malbat û dayikên windayan dîsa jî têdikoşin û bêdeng namînin.”    Abdullah bi bîr xist ku îro salvegera 36’emîn a damezrandina ÎHD’ê ye û got: “Em ê heta dawiyê li dijî binpêkirina mafên mirôvan li her deverê bin û em ê her tim têbikoşin.”    'Carek din venagere malê'   Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz daxuyaniya hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Hasan Gulunay xwend. Firat bi lêv kir ku Hasan Gulunay zewicî bûye û 4 heb zarokên wî hebûne û wiha got: “Hasan Gulunay 20’ê tîrmeha sala 1992’yan dema ji mala xwe ya li Tarabyaya Stenbolê derdikeve, tê binçavkirin û carek din venagere malê. Hevjina vî Birsen Gulunay derbarê windakirina hevjînê xwe Hasan de serî li serdozgeriya Sûltanahmetê dide. Di heman demê de serî li Qereqola Polîsan a Gayrettepeyê jî dide. Lê polîs bersiva ‘tu agahiya me jê nîne’ didin Bîrsenê. Piştre malbat ji bo ku Hasan were dîtin li ÎHD’a Stenbolê dest pê greva birçîbûnê dike. Rewşa Hasan Gulunay li Meclisa Tirkiyeyê tê pirsîn. Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Îsmet Sezgîn soza lêkolînê ya dîtina Hasan dide, lê dîsa jî tu encam jê dernakeve.”     Firat anî ziman ku hevalê Hasan Gulanay, Erol Çam wexta li Qereqola Gayrettepeyê ya Stenbolê di binçavan de bûye dengê Hasan dibihîze û dibêje, ‘Hasan li qereqolê digot ez Hasan Gulunay im min winda dikin’. Piştî hemû lêgerîn û lêpirsina malbatê jî jî tu encam dernakeve û hê jî aqubeta wî ne diyar e.”    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre çalakî bi dawî bû.