33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin bibîranîn 2022-07-16 11:57:56   STENBOL - Ji bo 7'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê peyama xwe parve kirin û got wê têkoşîna malbatan her berdewam be.    Girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê bi boneya 7'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê re peyam şandin.   'Wê ev pêvajoya tarî ji holê rabe'   Girtiyan di nameye de diyar kirin ku 33 qurbanî bi awayekî “faşîst û hovane” hatin qetilkirin. Girtiyan di nameye de da zanîn ku di 7 salan de hêrsa wan her ku çûye zêdetir bûye û gotin: “Xwestin biryardariya me hesabpirsîna 33 qurbaniyên me û bi edaleta ku di qesrê de hatiye hefskirin û sepanên antidemokratik, asteng bikin. Lê belê li dijî van astengiyên wan bi biryar têkoşîna edaletê ya malbatên 33 qurbaniyên me her berdewam e. Bi xêra têkoşîna we ya edaletê û berxwedana we hinek zû hinek dereng be jî wê ev pêvajoya tarî ji holê rabe. Wê têkoşîn û lêgerîna me ya ji bo edaletê berdewam bike heta ku bi ser bikeve. Em wisa dikarin hesabê komkujiyê bipirsin. Em 33 qurbaniyên xwe bi hezkirin û hesret bi bîr tînin. Em berxwedana we malbatan û hevrêyan silav dikin."