Çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê: Gelê kurd ji bo tayinkirina qedera xwe li berxwe da 2022-07-16 09:02:32   Yara Kendeş   KOBANÊ - Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an bi çirûskên xwe yên ewilî li Kobanê dest pê kir û li Cizîrê dewam kir. Gelê Kurd ji bo tayinkirina qedera xwe ya bi destên xwe li ber xwe da û di aliyê stratejiyê de bû xwediyê roleke girîng.    Gelê Kurd ê ku bi salan e ji bo mafê xwe yê rewa yê nasnameya xwe li berxwe dide bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê deriyekî nû yê serfiraziyê û azadiyê li xwe vekir. Her çiqas êriş li dijî destkeftiyên kurdan hatibe kirin jî li dijî êrişan berxwedan û têkoşîneke mezin hat kirin. Serfiraziya Şoreşa 19'ê Tîrmehê jî yek ji destkeftî û perçeyê vê têkoşîn û berxwedanê ye. Li dijî rejîma BAAS'ê û hemû neheqiyên li Gelê Kurd dihat kirin 19'ê Tîrmehê wekî ronahiya siberojeke azad dest pê kir.    Gelê Kurd têkoşîna xwe li ser bingeheke aştiyane û siyasî da meşandin   Dema li Sûriyeyê Rejîma BAAS'ê desthilatdar bû siyaseta xwe ya birçîkirinê û têkbirina azadiyê li dijî hemû pêkhateyên Sûriyeyê dimeşand. Di Sûriyeyê de tundî gelekî li Gelê Kurd hat kirin. Lê tevî hemû îşkence û tundiyê, kurdan bi partî û kesayeta xwe ya siyasî çalakiyên xwe didomandin. Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Rojava bi roleke mezin rabû û rihê neteweyî derxist asta herî jor û tevahî gel ji bo lidarxistina şoreşê amade kir. Piştî ku li gelek dewletên ereban şoreşê dest pê kir, şoreşa buhara gelan derbasî Sûriyeyê jî bû. Di Sûriyeyê de jî Gelê Kurd têkoşîna xwe li ser bingeheke aştiyane û siyasî da meşandin. Lê piştî aloziya Sûriyeyê mezin bû û şoreşa Sûriyeyê veguhest şerekî çekdarî di navbera opozîsyonê û rêjîma BAAS'ê de, hilweşandin û pêlên koçberiyê dest pê kirin. Her wiha destwerdana gelek hêzên derve ketin Sûriyeyê. Li hemberî vê yekê Gelê Kurd ji bo xwe ji vî şerî biparêze tedbîrên xwe girt. Gelê Kurd dest bi avakirina hêzên erka xweparastinê kir û bi rêya saziyên cuda xwe di hemû aliyan de bi rê ve bir. Şoreşa 19'ê Tîrmehê wekî alternatîfekê li hemberî desthilatdariya BAAS'ê bû û qonaxa Rêveberiya Xweser dest pê kir.   Gelê kurd ji bo tayinkirina qedera xwe li berxwe da   Yek ji taybetmendiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ew e ku çirûska wê li bajarê Kobanê hatiye vêxistin û xwe spart îradeya gel. Gelê Rojava bi vîna xwe ya azad xwe di hemû aliyên jiyanê de bi rêya saziyan bi rêxistin kir. Gelê Rojava ji bo xwe bi xwe bi rê ve bibe biryara lidarxistina şoreşa 19'ê Tîrmehê da. Beriya şoreşê gelê Rojava ji her tiştî û ji hemû mafên xwe bê par mabû. Ji mafê xwe yên sereke yên mîna ziman, dîrok û çanda xwe bê par mabû û ji aliyê rêjîma BAAS'ê ve dihat înkarkirin. Piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê tiştekî nû derket holê û gel bû xwedî biryar û herêmên xwe di hemû aliyan de bi rê ve dibir û cara yekemîn rêya ber bi azadiyê ve hate vekirin. Li ser vê yekê gel liv û tevgera xwe di xebatên bi rêxistinkirinê de zêde kirin û hêzên YPG û YPJ'ê ava kirin. Piştî ku YPG û YPJ hatin avakirin bi hezaran ciwanên Rojava berê xwe dan navendên YPG'ê û beşdarî nava xebatên parastin û berxwedanê bûn. Hêzên YPG'ê di demeke kurt de û tevî derfetên kêm jî li hemberî DAÎŞ'ê, êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ber xwe da. Gelê kurd ji bo tayinkirina qedera xwe li berxwe da. Ev berxwedan heta vê kêliyê jî didome.    Li gelek cihan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat îlankirin   Îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê ji bo pênasekirina projeya Gelê Kurd gaveke girîng bû. Rêveberiya Xweser wekî tê zanîn ji hemû pêkhateyên civakê pêk tê. Ev rêveberî projeya çareseriya demokratîk a guncav a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Îlankirina Rêveberiya Xweser a bi awayekî fermî rê li pêşiya danûstandinên dîplomatîk vekir û welatiyan bi vê derfetê cih di nava sazî û dezgehan de girtin. Piştî Rêveberiya Xweser ji gelek aliyan serkeftin bi dest xist şûnde ispat kir ku çareseriya aloziya li Sûriyeyê ye.    15'ê Îlona 2014'an bandoreke çawa li raya navneteweyî kir?   Çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de bi hemû hêza xwe, tanq û bi hemû çekên giran êrîşî kantona Kobanê kirin û hewl dan dagir bikin, bi vê yekê re jî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Lê berxwedana şervanên YPJ û YPG'ê hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikandin û ziyanên giran gihandin çeteyan. Di vê berxwedana efsaneyî de ku mînaka wê di dîrokê de nayê dîtin, bala tevahî cîhanê kişand û di warê nêrîna cîhanê ya hemberî Gelê Kurd de bandorên erênî kir. Ji ber vê yekê 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê ji aliyê navneteweyî ve hat îlankirin. Her wiha bandora şervanên YPJ'ê ya li ser tevahî jinên cîhanê jî mezin bû û bi vê yekê hat ispatkirin jinên kurd qeydên xwe qetandin û li herberî komên çeteyan li ber xwe dan. Her wiha jinên kurd ji cîhanê re ispat kirin ku ew xwedî vîneke azad in û tu carî vîna wan nayê şikandin.   Siyaseta înkarkirinê û rejîma BAAS'ê   Siyasetên înkarkirina hebûna Gelê Kurd heta beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê dihat meşandin. Lê niha jî ev siyaseta înkarkirin û qirkirinê hîn didome û bi şêwazên cuda tên meşandin. BAAS bi dirûşma neteweke ereb a yekbûyî li Sûriyeyê di 1947'an de hat avakirin. Di rêziknameya xwe de xwe weke partiyeke ku yekîtî, azadî û sosyalîzmê armanc dike nîşan dida. Di 8'ê Adara 1963'yan de bû partiya desthilatdar a li Sûriyeyê. Di serdema desthildariya xwe de êdî li hember rêziknameya xwe dirûtî li gel kir, tevî hemû idiayên xwe yên laîktî û pêşverûtiyê li Sûriyeyê netewperestî pêş xist, ji bilî ereban hemû pêkhateyên din ên li Sûriyeyê di bin navê yekneteweyîbûnê de înkar kir. Civaka Sûriyeyê li gora lêkolînên istîxbaratî yên netewperest li gora mezheb, çîn, gundî, eşîrtî, qebîlî û gelek navên din parçe kirin. Kursiyên wezaretan li gora ol û mezheban belav kirin û tu girîngî neda hebûna neteweyan.   Li Kobanê şeva 19'ê Tirmehê   Di 23'yê Sibata 2012'an de civîna yekemîn a damezrandina Meclîsa Gel a Kobanê hat lidarxistin û bi vê re jî xebatên rêxistinkirina civakeke komînal dest pê kirin. Li ber van jî, hêdî hêdî li ser psîkolojiya civakeke ji rêvebirina herêma xwe hatiye mahrûmkirin xebat hat meşandin. Jin û ciwanên ku di nava civakê de hatibûn bêdengkirin destpêkê hatin rêxistinkirin û perwedekirin. Bi wê re hemwext ji bo gel li zimanê zikmakî vegere, Saziya Zimanê Kurdî hat avakirin û perwerdeya bi Kurdî dest pê kir. Wisa heya dema derxistina bermahiyên rejîmê ji herêmê hat. Roja 19'ê Tîrmehê li Avahiya Rêvebirina Aloziya Sûriyeyê teqîn pêk hat û gelek endamên desthildariya rejîmê hatin kuştin. Bi vê re li herêmê yekser Artêşa Azad dest danî ser hemû deverên Bakurê Sûriyeyê yên girêdayî Helebê û gelek deverên din. Beriya ew bigihêjin herêmên kurdan, gelê Kobanê di şeva 19'ê Tîrmehê de dest danî ser bermahiyên rejîmê û azadkirina herêma xwe ya ji rejîma BAAS'ê îlan kir.   YPG hat îlankirin   Di 19'ê Tîrmeha 2012'an ango Şoreşa Rojava de hêza leşkerî weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat îlankirin. Yekemîn tabûra yekîneyan di 14'ê Îlona 2012'an de bi navê "Tabûra Şehîd Çekdar" û tabûra 3'yemîn jî li herêma Kobanê bi navê "Tabûra Şehîd Sadiq Kobanê" hatin ragihandin. Li ber wê jî ji bo parastina di hundir bajar de Hêzên Asayîşê tên avakirin. Dîsa rêxistinên civakî, aborî, siyasî, sendîqeyên her pîşeyan, komeleyê xêrxwaz û hwd. di bin sîwana TEV-DEM'ê de hatin avakirin.   Êrîşên siyasî û leşkerî   Di nava sala yekem a şoreşê de gel xwe bi rêxistin kir û herdu hêzên parastina hundirîn Asayîş û derve YPG hatin xurtkirin. Di yekemîn salvegera şoreşê de di 18'ê Tîrmeha 2013'an de dewleta tirk, bi rêya deriyê sînor ê bi Til Ebyedê (Girê Spî) re, di saetên êvarê de bi awayekî veşartî, 4 tirimpêlên bi cureyên cuda yên bi çekan barkirî, ji Cebhet El Nusre û DAIŞ'ê re şand. Çeteyan bi wê re êrîşî taxên kurdan ên li Girê Spî û gundên wê kirin û di 20'ê Tîrmehê de êrîşî Rojhilatê Kobanê kirin. Di heman rojê de, çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di saeta serê sibehê de, bi sedan endamên Cehet El Nusre û DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê derbasî bajarê Til Ebyedê bûn. Her wiha diyar kirin ku bi dehan tirimpêlên bi çeteyan barkirî ji bajarê Reqayê gihiştin bajêr. Di 4'ê Tebaxê de çeteyan dest bi êrîşên ser rojavayê herêmê kirin. Di wê demê de ji bajarokên Şêxlera jor û jêr êrîşî gundên rojavayê herêmê kirin. Êrîşan heta 8'ê Adara 2014'an wisa dom kir. Wê rojê li bajarê Dîlokê di navbera nûnerên komên çete de civînek li dar dikeve. Piştî wê hêzên xwe ji derdora bajarê Heleb, Idlib, Hema û Homsê di bin çavdêriya hêzên rejîmê de dikişîne Kobanê û dest bi hemleyeke êrîşên nû kiribû. Di 10'ê Adarê de komên çeteyên DAIŞ'ê bajarê Minbicê ji Artêşa Azad girt û bajarokê Sirînê ku 45 km dikeve Başûrê Herêma Kobanê kontrol kirin û ji wir destpêkê êrîşî enbarên genim ên Sirînê kirin û piştre eniyek li aliyê Başûrê Kobanê re li hember herêmê vekirin. Di 11'ê Adarê de jî DAIŞ'ê bajaroka Şêxler a jorîn û pira Cereblusê ya ku 40 km dikeve rojavayî herêmê girt.   Civîna Umanê   Di 1'ê Hezîrana 2014'an de li paytexta Urduna Umanê bi amadebûna nûnerên Emerîka, Îsraîl, Saudî Erebîstan, Tirkiye, PDK'ê civînek hate lidarxistin. Li gora nûçeya Rojnameya Ozgur Gundemê di civînê de êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Mûsilê û girtina bajar li wir hat plankirin. Jixwe piştî civînê bi 7 rojan artêşa Îraqê Musil radestî DAIŞ'ê kir.   Seferberiya 3 caran a li Kobanê   Bi girtina Mûsilê re DAIŞ'ê êdî carnan bi giranî êrîşî deverên Kobanê dikir. Li vir seferberiya gel hatibû îlankirin. Bersiva bangê ne tenê ji aliyê Kobaniyan lê ji aliyê kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Bakur û derveyî welat hat.   Li hember kurdan madeyên kîmyewî hatin bikaranîn   Wê demê di 12'ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê çekên kîmyewî ku ji Iraqê bi dest xistibûn, li hember şervanên YPG'ê li gundê Evdiko bi kar anîn, di encamê de 3 şervanan jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnên heta wê demê de 1519 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.   Piştgiriya Tirkiyeyê    Dewleta tirk ji destpêka êrîşan ve piştgirî da çeteyan. Sînor ji wan re vekirin, birîndarên wan li nexweşxaneyên xwe derman kirin û çek û cebilxane didan çeteyan. Di pêşvaçûnên vê dawiyê de balafirên keşfê yên Tirkiyeyê "Heron" li ser baregehên YPG'ê yên li rojhilatê herêmê geriyan. Xwe li her derê ceribandin û ji hemû deverên din ên Sûriyeyê zêdetir israr dixwestin Rojava dagir bikin. Ev tê wê wateyê ku hêza dihat ser herêmên me ne tenê hêzeke ku bi navê DAIŞ'ê xwe bi rêxistin kiriye û avakirina dewleteke îslamî armanc dike ye. Ew li pêşiya perdeyê xwiya dikin, lê belê di bingeha xwe de şerê ku tê kirin şerekî sîstema hegemonîk, dagirker û desthiladar e.   Hemleya Hezîranê   Di hezîranê de çeteyên DAIŞ'ê hemleyeke nû dest pê kirin. Vê carê ji aliyê rojava ve dest bi êrîşa yekemîn kir. Endama Fermandariya YPG'ê Meryem Kobanê diyar kir ku piştî çete di hemleya hezîranê de bin ketin amadekariyên hemleya îlonê kirin û wisa pê de çû: "Piştî binketina operesyona Newrozê bi 3 mehan DAIŞ li bajaroka Şêxler a jorîn û jêrîn bi serjêkirin û gefxwarinê çend ketîbeyên Artêşa Azad teslîm girtin û wan bi hev re êrîşî Kobanê kirin û şerê hezîranê dest pê kir. Armanca wan a di meha hezîranê de yekser girtina Kobanê bû. Lê bi ser neketin û di tîrmehê de xwe careke din ceribandin. Vê carê di 2'yê Tîrmehê de ji aliyê rojava êrîşî gundê Zormixar ê ku li ser bajarê Cerablus û gelek gundên Kobanê hakim e kirin. Dû wê jî êrîşî rojhilat û başûrê herêmê, gundên evdiko, ebû sirê û hwd kirin. Wê demê amadekarî û planên operesyoneke bingehîn ji bo dagirkirina Kobanê dihatin kirin."   Pêwîst bû gel jiyana xwe li gorî şer amade bike   Dîsa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, êrîş dîtin û ji bo tevlîbûna berxwedanê banga seferberiyê kir. Li dû wê tevlîbûna gelê Bakurê Kurdistanê ya ji bo berxwedanê çêbû. Bi sedan kesî berê xwe dan Kobanê. Di 19'ê Tîrmehê de sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê hat rakirin. Heta gelê bakur ê li ser sînorê Kobanê li gundê Ziyaretê derbarê tevgera çeteyan de agahî didan şervanên YPG'ê. Li ber wê jî li Kobanê êdî gel jiyana xwe li gorî şer amade dikir. Gel tevlî refên YPG'ê bû.   Odeya Burkan El Furat ha îlankirin   Di yekemîn gava xwe de, li Sûriyeyê hêzên leşkerî yên ji gelek aliyan tên gel hev û di bin yek sîwanekê de şer dikin. Ev bi Burkan El Furat re cara yekem pêk hat. Gelek ketîbe û tugayên Artêşa Azad li gel YPG'ê hatin gel hev û Odeya Opereyonan a Burkan EL Furat îlan kirin. Ew hêz li gel hev di hemû şerên Kobanê de amade bûn û li hember DAIŞ'ê şer kirin.   Ji bo pêkanîna 15'ê Îlonê gelek amadekarî hatin kirin   Beriya operesyona dawî ya 15'ê îlonê DAIŞ'ê li herêmê gelek amadekarî kirin. Gelek cih girtin û cebilxane kom kirin. Fermandarên Kobanê derbarê amadekariyên DAIŞ'ê yên operesyona 15'ê Ilonê de ev agahî dan: "Piştî Mûsilê hewl dan ku berê xwe bidin Kurdistanê, ji başûr çend herêman bigirin û bên Rojava. Tugaya 93'yan a Eyn Îsa ku gelek tanq û cebilxane tê de hebûn girtin. Êrîşî Dêra Zorê kirin. Vê carê berê xwe dan balafirgeha Tebqeyê. Di nava hefteyekê de ew jî girtin. Piştî ew dever hemû girtin şerê xwe li hemû cihên din dan sekinandin û êrîşî herêma Kobanê kirin. Hemû encamên şerên xwe yên li deverên cuda ji meha hezîranê û vir ve, bi carekê di 15'ê Îlonê de anîn ser Kobanê. Di 15'ê îlonê jî dest bi operesyonê hate kirin."   Şeva 15'ê Îlonê şerê giran dest pê kir. Di yek hemleyê de êrîşî gundê Nebo, Qizelî, Bîrkêtkê, Serzûrî û gundên din kirin. Dîsa jî di xeta sînorê Tirkiyeyê re jî xwestin ku têkevin û hêzên YPG'ê bixin çembera xwe. Gundiyê Dinayik girtin û di biniya gundê Xanê de jî êrîşî gundê Serzûrî kirin.   Heman rojê êrîşî Xerûs, Kunheftar, Aşmê, Zêrik, Talik, Cadê û çend gundên din jî kirin. Beriya wê jî bi rojekê li eniya Ebû Sirê, li Korik û Leqleqo jî pevçûn hebûn. Her wisa ji aliyê başûr bi çekên giran êrîşî gundê Xerûsê dikirin. DAIŞ'ê li her 3 eniyê Kobanê dest bi êrîşan kir. Hedef û plana wan ew bû ku di çend rojan de bigihêjin navenda herêmê. Dema dest bi hemleya dawiyê kirin amadekariyên wan cidî bûn. Çekên giran û teknolojiya pêşketî di wir de bi kar anîn.   Taktîk û planên ku bi kar dianîn didan xuyakirin ku fikirandinên xwe li ser herêmê kûr û fireh bûn. Ji bo derbasbûna Kobanê gelek lêhûrbûnên wan ên kûr çêbûbûn. Piştî şerên destpêkê dema ku nikaribûn bi rengê berê pêş ve biketana taktîkên xwe guhertin. Hem bi teknolojî hem bi hejmareke zêde û bi taktîkekî nû êrîş kirin. Ev saleke xwe li ser tecrube dikin. Lê berxwedana ku hat meşandin dîsa jî cihê rêzdariyê bû. Bi dehan şervanî canê xwe kirin mertal û teslîmiyet û paşketin qebûl nekirin. Bi dehan çalakiyên fedaî pêk hatin. Arîn Mîrkan, Rêvana Kobanê û şehîdên Serzûrî mînakên herî ber bi çav ên vê berxwedanê bûn. Agirî, Zozan û Êrîş Kobanê yên ku ji çepera xwe derneket û şer kirin, heya ku tanq bi ser çepera wan re meşiya. Şervanên ku çûn û mayîn xistin bin tanqan hebûn.   Di nava vê berxwedanê de mirov bal nekşîne ser rola jinê wê kêm bimîne. Berxwedana jin û tevlîbûna wê ya vê berxwedanê rengekî din da vî şerî. Jinên YPJ'yî kes neçû û berxwedan terk nekir. Li Serzûrî 6 jin bûn. Jixwe di wir de jî diyar bûbû wê çawa YPJ mil bide hev û bi ruhekî fedaî tekoşînê bike. Ji bo vê esas berxwedana ku hatiye nîşandan û heya niha jî didome ya jinê ye. Piştî berxwedana 134 rojan ango 26'ê çileyê 2015'an Kobanê bi ser ket û çeteyên DAIŞ'ê ji bajar hatin derxistin. Yekser li dû wê jî êdî opereyona YPG'ê li bejahiya Kobanê dest pê kir.   Li bejahiyê, piştî ku gundên Kobanê bi dawî bûn gelê ereb bang li YPG'ê dikirin ku bên û gund û herêmên wan ji çeteyan rizgar bikin. Li ser banga wan bi dehan gund û deverên ku bi şêniyên xwe ereb bûn ji aliyê YPG'ê ve hatin rizgarkirin. Herî dawî jî di hemleya Şehîd Gelhat de bajarên Til Ebyed û Eyn Îsa yên girêdayî Reqayê Paytexta DAIŞ'ê rizgar bûn. Bi wê re jî atmosfera DAIŞ'ê ava kiribû ku kes nikare li hember me li ber xwe bide şikest û têk çû.   Beriya berxwedana Kobanê û piştî wê çawa bû   Dema Ceneveraya 2'yemîn hat lidarxistin û kurd weke hêzeke parêzvan û muxalif nehatin dîtin xeteriya herî mezin li wir derkete pêş. Heqîqet nayê veşartin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê hin alî çûn li welatekî din civiyan û derheqê vî welatî de biryar girtin û muxatebên rast ên ku van şeran dimeşînin jî tê de nebûn. Lê belê berxwedana Kobanê, destekdayîna hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî, serkeftina HDP'ê ya di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de ku pareke mezin jê vedigere serkeftina Kobanê, dawetkirina nunerên YPG'ê, Rêveberiya Xweser ji civînên muxalefetê re li Rûsya, Misir, Cenre û hwd bi xwe re anîn. Li aliyekî din jî şerê ku hat meşandin kurd û hêza wan a parastinê bi hêz kirin û hişt ku tecrubeyên pir giran bên wergirtin. Kurd ji gelên din re bûn cesaret û îsbat kirin ku dikarin bi îrade û felsefeya jiyana rast li hember her tiştî li ber xwe bidin. Stalîngirad şerê li hevpêçanê bû û li Kobanê jî ev şer hat meşandin. Gav bi gav berxwedan hat meşandin.   Avakirina Kobanê ya ji nû ve    Çawa bajar hat rizgarkirin û gelê Kobanê dest bi vegera li welat kir, di 29'ê Çileya 2015'an de li Qada Azadiyê biryara avakirina Desteya ji nû ve avakirina Kobanê hat girtin û ew dest bi hemû xebatên avakirina Kobanê erkdar bû. Destpêkê ziyanên gihiştine herêmê hatin tespîtkirin û li dû wê jî xebatên ji bo avakirinê di aliyê piratîk de ji aliyê Şaredariya Gel a Kobanê ve bi tiraktorekê û 5 xebatkaran tevî destekdayîna Şaredariyên Bakurê Kurdistanê dest pê kirin û her çûn firehtir bûn. Li ber wan jî ji aliyê cîhanî ve jî deriyê alîkarîdayînê li pêşiya sazî û rêxistinên mirovahî yên cîhanî hat vekirin. Li Amedê ji bo destekdayîna Kurdistanî konferansek hat lidaxistin û tê de biryara avakirina kordînasyona avakirina ji nû ve ya Kobanê hat girtin. Koordînasyon ji 15 kordînetoran ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêk hat. Xebatên avakirinê dewrî wan hatin kirin. Ji wê konferansê biryara destpêkirina kampanyayeke dayîna alîkariyê a ji bo xebatên avakirinê û lidarxistina konferanseke navneteweyî ya ji bo destekdayîna cîhanî hatin girtin. Kampanya bi dirûşma "Dest bidin Kobanê" dest pê bû û hîna jî didome. Di 1'ê Tîrmehê de jî konferansa navneteweyî li Brukselê hat lidarxistin. Dorpêça li ser herêmê piştî 2 salan li pey xwe dihêle rabû û nefesk hat kişandin.   Tirkiyeyê vekirina derî kêm kir   Piştî êrîşa 25'ê Hezîranê dewleta tirk roja vekirina deriyê Sînor ê Murşid Pînar li pêşiya vegera gel daxist 2 rojan û saetên wê hatin kêmkirin. Lê beramberî wê gelê Kobanê di nava 18 rojan de ji derbasbûna bûyerê hejmarek heya 4 hezar kesî vegeriyan herêmê.   Kobanê û xweparastin   Piştî derbaskirina 2 tecrubeyên êrîşên giran niha Kobanê hemû di nava kolanên xwe de bi mejiyê xweparastinê tev digerin. Jiyana komînal a li ser hîmên hevpariya jiyanê pêk tê. Her kes ji aliyê xwe ve ji bo parastina her kesî amade ye. Rêxistina hevgirtina civakî piştî derbasbûna 3 salan li ser şoreşê hîna tê xurtkirin. Piştî 19'ê Tîrmehê hemû Saziyên herêmê serbest dest bi xebatên xwe kirin û karên xwe firehtir kirin.