ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-15 09:00:00     *"Zanista demografîk, taybetiyên eass yên komên nifûsa wan diyar esas digire; netewpereste, bi projeksyonên pêşerojê yên spekulatîf dixebitin û wek hiyerarşî, nîjadperestî û çinîtiyê organîze dikin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Dayika Celalettîn Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Xarpêtê girtî ye Şîrîn Demîr,  anî ziman ku li girtîgehan li ser zarokên wan zext û zilmek mezin tê meşandin û bang li hemû kesî kir ku ji bo girtiyan rabin ser piyan û got: “Roj ne roja bêdengmayînê ye.” DÎMEN HEYE   *Rojnameger Sîbel Yukler bertek nîşanê girtina 16 rojnamevanên kurd da û da zanîn ku hinceta girtina wan mijarên ku her roj d çapemeniya alîgir de tên nivîsîn û nîqaşkirin e û wiha vegot: “Dibe em li welatekî ku rejîma yek kesî serdest e dijîn lê ger ku rojnamegerên Kurd ne azad bin tu kes ne azad e.”  DÎMEN HEYE   *Berpirsa Hiqûqê ya CÎSST'ê Ruken Altun da zanîn ku şewitandina înfazan ji sererastkirinek ji bo girtiyên siyasî ye û jinên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ku înfaza wan hatiye şewitandin bi bîr xist û got: "Pêkanînên li hember girtiyên jin berdewamiya pêkanînên li hember jinên li derve ye. Şewitandina înfazan jî li ser girtiyên jin tên pêşxistin. Binpêkirinên mafan ji polîtîkayan serbixwe nîne."DÎMEN HEYE