Berxwedana li dijî îşkeceyê: 14’ê Tîrmehê 2022-07-14 09:05:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgeha hejmar 5 a Amedê ku bi pêkanînên îşkenceyê di hişan de cih girtiye, îro jî pêkanînên dijmirovî didomin û li dijî pêkanînên mijara gotinê berxwedana hatiye dayîn jî bandora wan didome.   Li girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ku yek ji lekeya reş a dîroka Tirkiyeyê ye hîna jî îşkenceya lê hatiye jiyîn di rojevê de ye. Piştî darbeya 12’ê îlonê şûnde li girtîgehên Amed, Metrîs û Mamakê îşkenceya giran li mirovan hat kirin û ya herî giran jî li gitîgeha Hejmar 5 a Amedê pêk hat. Gotin ‘ev der dibistana leşkerî ye û armanca me em we bikin tirk’ û li dijî têkoşîna kurd polîtîka qirêj ket dewrê.    Li girtîgeha Amedê nivîsên ‘tirkî biaxive pir biaxive’ hatin nivîsîn û bi dehan malbatên kurd nikaribûn bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin an jî dema kurdî diaxivîn bi işkenceyeke din re dihatin rû hev. Li dijî vê hovîtiya hat jiyîn bi salan şûnde, belgefîlm hatin kişandin, pirtûk hatin nivîsîn û ew dem hîna di hişê Gelê Kurd de teze ye.   Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz…   Li girtîgeha Amedê li dijî îşkence û pêkanînan Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz greva birçîbûnê dan destpêkirin. Rojiya mirinê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de hat destpêkirin û bandora wê li her derê bû. Li dijî îşkenceyên li girtîgehê çalakiya rojiya mirinê ya ewil di 1980’yî de ku di nav de Hayrî Durmuş û Kemal Pîr jî hebûn hat destpêkirin. Serbaz Esat Oktay Yildiran ku berpirsên îşkenca girtîgehê bû, dibêje ger grev biqede wê îşkence jî biqede û wê mafê parastina siyasî bidin wan.  Esat Oktay vê soza xwe nayne cih û îşkenceya tê kirin didomîne.   Mazlum Dogan pêşengiyê dike   Li dijî îşkenceya Esat Oktay di 21’ê Adara 1982’an de Mazlum Dogan bedena xwe dide ber agir. Piştî çalakiya Mazlum Dogan di 18’ê Gulana 1982’an de  Ferhat Kuntay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner li hucra diman ketin milê hev û bedena xwe dan ber agir. Her çiqas hevalên wan hewl bidin agir bitemirînin jî Ferhat Kuntay dibêje ‘Agir gur bikin, temirandina agir îxanet e’ û destur nade mudaxaleyê.   Rojiya mirinê   Li dijî vê çalakiyê li şûna pêkanîn bên sererastkirin, tevî qîrin û çalakiya girtiyan pêkanîn her diçe zêde dibe. Li ser vê Mehmet Hayrî Durmuş di runiştina xwe de di salonê de berê xwe dide serokê dadgehê û dibêje ew dikeve rojiya mirinê. Mehmet Hayrî Durmuş dest bi rojiya mirinê dike û gelek girtî tevli dibin.  Bi Mehmet Hayrî Durmuş re, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest didin. Bandora berxwedana 14’ê Tîrmeha ku ket dîrokê îro jî didome.   Zekiye Durmuş   Xwişka Mehmet Hayrî Durmuş, Zekiye Durmuş, ji JINHA’yê re di roportaja ku pêk anîbû de der barê Hayrî Durmuş de wiha got: “Min hevdîtinê de hinek cil û berg jê re biribûn. Ez mereq dikim gelo ew cil qet li xwe kirin. Ez tucarî vê fêr nebûm. Piştî hevîtina Hezîranê her tim hevdîtina me asteng kirin. Me xwest em wan bibînin lê ew şehîd ketin. Her 14’ê Tîrmehê em wê êşê dîsa dijîn. Dema rojiya mirinê tê gotin birçîbûn, tîbûn û westandin tê bîra mirovan. Me êşa vê jiya û hîna dijîn. Êşên me bi dawî nebûn. Yên li Sûr û Cizîrê jiyan êşên me jiyan.”   Sakîne Cansiz û Gultan Kişanak   Yek ji kesên li girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îşkenceya giran dît, siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz ya di 10’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hat qetilkirinê bû.  Li Sakîneyê îşkenceyeke giran tê kirin û li dijî Esat Oktay berxwedanek mezin dide. Hevalên girtîgehê hîna jî wan deman vedibêjin.   Yek ji kesên din ku îşkence lê hat kirin hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak ku niha girtî ye.    Gultan Kişanak: Di rihê min de birînên giran vekir   Gultan Kişanak di belgefîlma bi navê ‘Eylulun kadin yuzlerî’ de îşkenceya hatiye kirin wiha tîne ziman: “Hîna şopên wê li ser bedena min hene. Me gelek lêdan xwar. Ji mazgalan em temaşe dikirin. Mahremiyet nemabû. Hema derî vedibû Esat Oktay bi sey diket hundir. Bi saetan diqîriya digot ‘ev der koxuşa jina ye, ev der namûsa me ye’.  Nasnavê gardiyanê koxuşê ‘horoz’ bû. Dema Esat Oktay hat îşkenceyên giran, cezayên hucreyan dest pê kiribûn. Ji ber min got ‘ez ne tirk im’ cezayê hucreyê dan min. Tiştên min jiyan birînên giran di bedena min de vekirin. Hîna li ser bedena min şopa wê heye. Li ser zendên min şopa cigarê heye.”   Li girtîgeha ku îşkenceyên giran hatin jiyîn der barê ku bila bibe muze de hewldanên hezaran kesî çêbûn lê desthilatdariyê hîna tu gav neavêtiye. Serokomar di vekirineke li Amedê de di 9’ê Tîrmeha 2021’ê de got wê girtîgeh bibe navenda çandê. Li dijî vê bertek hat nîşandan. Meclîsa Şardariya Bajarê Amedê guherîna plana îmarê kir û got wê vir wek qada muzeyê bê bikaranîn. Lê Mîlî Emlaqê doza ji bo betalkirina biryarê li şaredariyê vekir.  Piştî 2015’an  ku pêvajoya çareseriyê bidaweî bû, rewşa girtîgehê carek din nehat rojevê.