ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-07-14 09:00:00     *Jina bi navê Halîme Karakaş ku ji aliyê Mehmet Kadrî Karakaş ve dihat tehdîdkirin û ewlehiya canê wê tunebû, der barê wê de biryara parastinê hatibû girtin lê biryar hat redkirin. Îtîraza ji bo rakirinê hat kirin jî hat redkirin.   *Berrîn Sari ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin û tahliyeya wê bi biryara Lijneya Îdarî û Şopandinê tê astengkirin wiha vegot: “Di demên dawî de îdara girtîgehê sînorên binpêkirinan nas nake û pêkanînên kêfî ji xwe re rewa dibînin. Her tişt dibe mijara lêpirsînê. Gerandina govendê hatina gel hev, stranên kurdî û gelek tiştên din qedexe ne. Mafê me tê binpêkirin û em jê sûdê nikarin bigirin."   *Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz da zanîn ku jinên kurd bi destê dewletê bi polîtîkayên şerê taybet re tên rû hev û wiha daxuyand: “Hun jin bin û heke ku kurd bin du car bi êrîşên polîtîkayên şer re tên rû hev. Li dijî vê divê em dest ji têkoşîna rêxistinkirî bernedin û têkoşîna hevpar bimeşînin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun bertek nîşanî rapora der barê rakirina destnedana hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz de hatiye amadekirin, da û got: “Desthilatdarî hewl dide pêşî li îradeya derketiye holê bigire. Em ê têkoşîna jinê bidomînin.”  DÎMEN HEYE   *Li girtîgeha hejmar 5 a Amedê ku bi pêkanînên îşkenceyê di hişan de cih girtiye, îro jî pêkanînên dijmirovî didomin û li dijî pêkanînên mijara gotinê berxwedana hatiye dayîn jî bandora wan didome.   *Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin dane destpêkirin wê li ber deriyê dadgeha Amedê berdewam bike. (11.00)   *Dê pirtûka nivîskara girtî Esmer Kiyar li Payiz Pirtûk bê îmzekirin. (17.00)