PDK'ê nehişt rojnamegera Holandayî derbasî Rojava bibe 2022-07-14 08:58:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger û rexnegira Hollandî Frederike Geerdink a xwest li ser Hewlêre re derbasê Rojavayê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat astengkirin.    Rojnamegera Holandayî Frederike Geerdink ku bi salaye derbarê kurdan û Kurdistanê de dixebite, li ser hesabê xwe yê Twitterê agahiyeke lezgîn belav kir.   Li gorî agahiya ku Frederike belav kiriye, xwestiye derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, dema nêzî sînorê Rojava bûye hêzên PDK’ê rê nedane derbas bibe û wê vegerandine Hewlêrê.   Freederike Geerdink eşkere dike ku rêveberiya Hewlêrê wê weke ‘Mirova li herêmê nayê xwestin’ îlan kirine û ji bo dersînorkirinê ew birina balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê.   Tê texmînkirin ku Freederike ji ber sedema rexnekirinên li desthilata PDK’ê hatibe astengkirin û dersînorkirin.