Nobeda Edaletê li Îzmîrê di roja 86'an de berdewam e 2022-07-13 16:02:16   ÎZMÎR - Di roja 86'an a Nobeda Edaletê ya ÎZMÎR'ê de xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa F a Buca ya Kiriklarê hatin cem hev.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş ve hat destpêkirin li ber Girtîgeha Tîpa F a Buca ya Kiriklarê di roja 86'an de berdewam kir. Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran a Egeyê (EGE TUHAYDER), Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.   Fehîme Poyraz di çalakiyê de axivî û got, “Em dixwazin girtiyên nexweş bên dermankirin û serbest bên berdan. Zilma li ser girtiyan bi dawî bibe. Kesên ku înfazên wan hatin şewitandin 30 sal in di girtîgehê de ne. Bi hezaran nexweşên weke Aysel Tûglûk di girtîgehê de ne. Em dixwazin edalet pêk were.”   'Mafê dermankirinê yê girtiyan ji dest wan girtine'   Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî got ku mafê dermankirinê yê girtiyan ji dest wan hatiye girtin û wiha berdewam kir: “Bi sedan girtiyên nexweş bi awayekî bêhiqûqî û bêînsaf terkî mirinê hatine kirin. Înfaz tên şewitandin, girtîgeh xwe dikin şûna dadgehan, hiqûqê tune dihesibînin, infaza mirovên bi salan di girtîgehê de mane dişewitînin. Rêveberên girtîgehan xwe weke sultanê wê derê dibînin û rêgezên xwe li girtiyan ferz dikin. Girtiyan bi awayekî kelemçekirî dibin nexweşxaneyê, di bin navê lêgerîna nava dev rastî pêkanînên derveyî mirovahiyê tên.”   Musa, bi lêv kir ku girtîgeh wijdana hevpar a civakê ne û wiha berdewam kir: “Li dijî girtiyan bêhestiyarî, li dijî rewşa girtiyên nexweş bêdengî tê wateya rizîna wijdana civakî. Civakên ku wijdana wan dirize mehkum in ku ji her cure zilmê re serî bitewînin. Ji rewşa girtiyan Wezareta Dadê, ATK û rêveberiyên girtîgehê berpirsyar in.”