'Geliyê Zîlan bi projeyên hilweşandinê tê tunekirin' 2022-07-13 14:49:37   VAN - VAN-ÇEVDER, bi wesîleya 93'emîn  salvegera Komkujiya Zîlanê daxuyaniyek da û got, "Ev geliyê ku duh bi çekan komkujî lê dihat kirin, îro jî bi hilweşandinê tê tunekirin."   Komeleya Lêkolîn û Pêşketinê ya Parastina Jîngeh û Berhemên Dîrokî ya Wanê (VAN-ÇEVDER) di salvegera 93'emîn a Komkujiya Zîlanê ya di 13'ê Tîrmeha 1930'an de pêk hat, li avahiya komeleyê civîn ji çapemeniyê re li dar xist. Di civînê de Serokê VAN-ÇEVDER'ê Alî Kalçik axivî.   Alî, bal kişand ku komkujî ji aliyê rojnameyên demê ve weke “qehremantî” dihatin nîşandan û wiha got: “Weke destaneke qehremantiyê hatibû pêşkeşkirin. Jinên ducanî yên ji komkujiyê reviyabûn, dema hatin girtin, hatin sungukirin û zikê wan dihat çirandin.”   'Bi benda û HES'an tê hilweşandin'   Alî, da zanîn ku ji bo komkujî ji bîra mirovan biçe projeyên rê li ber talana ekolojîk vedike dixin meriyete û bi lêv kir ku li gelî 4 hezar û 300 cureyên nebatan û bêhejmar cureyên endemîk hene. Alî, da zanîn ku bêyî ku xebatek bê kirin bi raporên Nirxandina Bandor a Derdorî (ÇED) santralên mermer û termîkê tên avakirin û wiha got: “Heke nekevin pêş talankirina xwezaya Zîlanê wê ev rewş bibe dawiya nebatên endemik. Geliyê Zîlan îro jî bi projeyên wêrankirinê tê xwestin bê tunekirin. Zîlan çemê herî mezin ê ku diherike Gola Wanê ye û di salên dawî de bi bendav û HES’an hate hilweşandin. Di demên dawî de ji bo madena zêran vekin xebatên sondajê dane destpêkirin û bi vekirina kana mermeran ekosîstema gelî bi vê projeyê tê hilweşandin. Geliyê ku duh bi çekan komkujî lê hate kirin îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin.”