Pervîn Buldan: Em ji her kesên ku êşa me parve kirin re spas dikin 2022-07-13 12:04:32   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, ji bo peyamên sersaxiyê yên ji bo bavê wê Halîs Yuzer ê jiyana xwe ji dest dabû hatibûn ragihandin, spas kir.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, ji kesên ji bo mirina bavê wê Halîs Yuzer ê di 8’ê Tîrmehê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû sersaxî xwestibûn re bi peyamekê spasiyên xwe pêşkeş kirin. Di peyama ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hate parvekirin de wiha hate gotin: “Ji kesên bûn şîrîkên şîna me û piştevanî kirin re spas dikim.”   Pervînê peyama xwe wiha ragihand: “Mirina ji nişka ve ya bavê min Halîs Yuzer cejna me veguherand şînê û di serî de malbata wî , hezkiriyên wî gelek êşand. Di serî de hevalên min, kedkarên me yên partiyê, hevalên me yên rêveber, parlamenterên me, gelê me, serokên partiyên siyasî û endamên wan dostên me û ji herkesên piştevaniya me kirin re spasiya xwe pêşkeş dikim. Em ê li ser vê axê piştevaniyê û jiyana di nava aştiyê de teqez pêkbînin.”