ROJEVA 12'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-12 09:00:00   * Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin 16 meh in tu agahî nayê girtin. Ji ber serlêdanên hatine kirin bersiv nayê dayîn, hevdîtin bê hincet û bi cezayên dîsîplînê tên astengkirin.   *Dema nîqaş li ser pêşnûmeqanûna "Dezenformasyonê" dihat kirin 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û ji wan 16 rojnameger hatin girtin. Rojnameger Berîvan Kayî, diyar kir ku dê bi rêxistinî li hemberî êrişan li ber xwe bidin. Rojnameger Nurcan Yalçin jî diyar kir ku dixwazin dengê civakê qut bikin.  BI DÎMEN    * Siyasetmedaran diyar kirin ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ji ber li dijî çavsoriyê parastina cewherî pêk aniye, hewldanên rakirina destnedana wê pêk tên û gotin: “Bila parlamenteriyê bixîn lê belê têkoşîna jinên kurd tu carî têk naçe her diçe mezin dibe.” BI DÎMEN   *Li Bismil a Amedê, Ahmet Bîtgîn hewl da ku Dîlek Bîtgîn qetil bike, parêzera Dîlekê, Şîrvan Yakut da zanîn ku delîl ji aliyê gumanbar û xizmên wî ve hatine paqijkirin.