PDK’ê nêzî 80 welatparêz û pêşmerge binçav kir 2022-07-11 15:46:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Çekdarên ser bi PDK’ê li gund û navçeyên Amediyê ser gelek malên welatiyan û pêşmergeyan de girtine û di encamê de nêzî 80 kesî binçav kirine.     Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê, berê niha du rojan hêzeke taybet a ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gund û qezayên Amediyê ya ser bi parêzgeha Dihokê dest bi operasyoneke siyasî kiriye. Hate ragihandin di encama operasyonê de nêzî 80 kes li herêma Şêladizê, Sersingê û Dêralokê hatine binçavkirin.   Xelkê herêmê yên peywendî diyar kirin di nava kesên hatine binçavkirin de pêşmerge jî hene. Her wiha hate gotin, sedema binçavkirina van welatiyan ji ber nerazîbûna li dijî êrişên tirk e.     Hêjayî gotinêye, ji ber zextên PDK’ê yên li ser welatiyan heya niha agahiyên zelaltir ji herêmê nehatiye girtin. Derbarê kesên ku hatine binçavkirin birine kuderê agahiyek nehat bi dest xistin. Her wiha têkildarî nasnameya kesên hatine binçavkirin jî hîn agahiyên zelal bidest neketine. Heya niha tenê wêne û nasnameya du kesên bi navê, Zêrevan Dêresî û navê pêşmerge jî Elî Pinyanişî ye.