Tenduristiya Aysel Tugluk di destê daraz, siyaset û ATK’ê de ye! 2022-07-11 09:02:08   ENQERE - Ligel hemû zextên dewletê siyasetmedara jin a Kurd Aysel Tûglûk ku kêliyekê jî dest ji têkoşînê berneda, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji Girtîgeha Kandirayê nehat berdan, rewşa Aysel giran e û hem li hemberî Ayselê û hem jî li hemberî hemû girtiyên nexweş "qanûna dijmin" tê meşandin.    Yek ji navên ku di têkoşîna jinên kurd de cihekî girîng digire Aysel Tûglûk, di sala 1965'an de li Xarpêtê ji dayik bû. Aysel jî gelek ferdên malbata xwe di komkujiya Dêrsimê de windakibû. Birayê wê yê mezin Aytekîn Tûglûk di sala 1979'an de hat girtin û di girtîgehê de hat qetilkirin. Aysel piştî ku beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedand, demekê wek parêzera serbixwe dixebite. Piştre di xebatên Weqfa Lêkolînên Hiqûqa Civakî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Jinên Welatparêz de cih girt.   Parêzertiya Abdullah Ocalan kir    Di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, Aysel ji bo parêzeriyê serlêdan kir. Piştî ku serlêdan hat qebûlkirin Aysel diçe Girtîgeha Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin dike. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9 saliya xwe de çûye mala Ayselê bi bîr tîne û wiha dibêje: "Ew keça esmer a biçûk bûyî" wê destnîşan dike.   Pêvajoya hevserokatiyê    Aysel, demek dirêj parêzertiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parêzvaniya mafên mirovan kir, di heman demê de jî bi siyasetmedar Ahmet Turk re jî  hevserokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya ku di sala 2005'an de hatibû damezrandin jî kir. Aysel di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2007'an de li Amedê wek parlementera serbixwe hat hilbijartin. Aysela ku wek parlementera serbixwe hat hilbijartin, tevlî koma DTP'ê ê ya meclisê dibe. Di sala 2009’an de dema ku DTP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve ji ber zextên siyasî yên wê serdemê hate girtin, Aysel û Ahmet ji meclîsê hatin dûrxistin û qedexeya siyasetê li ser wan hat ferzkirin. Aysel a ku dev ji têkoşînê berneda, di hilbijartinên 12'yê hezîrana 2011'an de ji bo Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê bû namzeta Wanê, weke parlamentera serbixwe hat hilbijartin. Di sala 2014’an de bi girtina Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê re kesên ku wekî parlamenter hatin hilbijartin, tevlî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûn.   'Êdî naxwazin bê statû bijîn'   Aysel ku di tu qadên têkoşînê de di paşerojê de namîne, yekser piştî hilbijartinên 2011'an di 14'ê tîrmeha 2011'an de li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a BDP'a Amedê civînek hat lidarxistin. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP'ê, hemû wekîlên Koma BDP'ê, şaredar, rêxistinên sivîl, nûnerên jin û ciwanan, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, nûnerên raya giştî û nûnerên gel jî di nav de 850 delege daxuyanî dan. Di daxuyaniya Xweseriya Demokratîk de Aysel di daxuyaniya dawî ya civînê de wiha dibêje; “Gelê Kurd di rewşa heyî de êdî naxwaze weke gelên bêstatû bijî. Di cîhanê de tu gelên din ên wekî kurdan ku nifûsa wan ji 40 milyonî zêdetir e, lê mafên wan ewqasî tên paşguhkirin û hewla tunekirina hebûna wî ya netewî tune ye. Em weke Gelê Kurd dixwazin bêstatubûna siyasî ya li ser esasê polîtîkaya înkar û tinekirinê red bikin û li ser esasê azadiyê demokrasiya xwe ya civakî ava bikin û statuyeke nû bidin. Em diyar dikin ku hêz û vîna me heye ku em xwe bi rêve bibin. Xweseriya Demokratîk; Modela çareseriyê ye ku ne tenê Gelê Kurd, hemû gel, bawerî û çandên Tirk jî wê xwe bi awayekî azad îfade bikin û xwe bi rêve bibin.   250 kesî got 'Em endamên KCK'ê ne'   Di 14'ê nîsana 2009'an de, hikûmeta AKP'ê di bin navê KCK'ê de li dijî Tevgera Kurd operasyonek pêk tîne. Di operasyona KCK'ê de şaredarên BDP'ê û bi dehan siyasetmedar tên binçavkirin û girtin. Aysel bertek nîşanî planên hikûmeta AKP'ê yên di bin navê KCK'ê de li dijî siyaseta kurd dide û wiha dibêje "Ev qas bedel ji bo dilsoziya bi Serokwezîr Erdogan re nehat dayîn. Berxwedana kurdan ne bêdawî ye.” Nêzî 250 kesên ku di nav wan de hevşaredarên bajar û navçeyan ên BDP'yî jî hene, bertek nîşanî operasyonên KCK'ê dan, bi hinceta "endamên KCK'ê ne" serî li Serdozgeriya Komarê dan. Serokwezîr Tayyîp Erdogan a “Pirsgirêka terorê nîne, pirsgirêka têkoşîna bi terorê re heye” li hemberî wan gotinan Ayselê wiha bersiv da "di bin navê têkoşîna li dijî terorê, li hemberî kurdan şer hatiye destpêkirin. Ne KCK'yî yên ku aştî û demokrasiyê diparêzin, lê yên polîtîkaya cudakirin, zext û mirinê dimeşînin wê welat parçe bike." Bertekên xwe ya li hemberî polîtîkayên AKP'ê wisa tîne ziman.    Bû hedefa çapemeniya alîgir   Ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî tasfiyekirina kurdan a bênavber, Aysel her tim dibe hedefa çapemeniya alîgir. Di sala 2014’an de DAIŞ êrişên xwe yên li dijî Kobanê zêde kir. Bi nêzîkbûna DAIŞ’ê re li sînorê Tirkiyê, bi dehan kes li seranserê Tirkiye û Kurdistanê diçin ser xeta sînor û li dijî hovîtiya DAIŞ’ê çalakiya mertalên zindî pêk tînin. Di 22’yê îlonê de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gel ên li ser sînorê Pirsûsê dest bi çalakiya "Nobetê" kirin û bi êrişa polîsan re rûbirû man. Aysel ji aliyê medyayên alîgir û bi taybetî jî ji hêla serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ve hedef tê girtin. Li dijî bertekên li hemberî wêneyên Aysel ên ku kevir avêtine jî Aysel got “Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û heta guleyên rastî mudaxeleyî koma kombûyî kir. Di vê navberê de gaza îsotê li ber lingên min ket. Min bi kevirekî ku min wê demê li erdê dît ji bo parastina xwe bersiv da.”   Cezayên ku hatîn dayîn hatin erêkirin    Li hemberî gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên "Kobanê ket, wê bikeve" operasyonên nû pêk hatin. Piştî ku di 20'ê gulana 2016'an de guhertina destûra bingehîn bi 376 dengan li meclîsê hat qebûlkirin, li hemberî 55 wekîlên HDP'ê 511 rapor hatin amadekirin. Aysel di 29'ê kanûna 2016'an de dema Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê bû hatibû hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ya Kocaeliyê. Aysel di dema Hevserokatiya KCD'ê de ji ber daxuyanî û çalakiyên wê tên sûcdarkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 17'emîn a Enqereyê ku demildest tedbîr girtibû, di 16'ê adara 2018'an da Ayselê bi îdiaya "serokatiya rêxistina terorê ye" 10 sal cezayê girtîgehê birî. Tevî îtîrazê jî 16'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê li Ayselê hatibû dayîn erê kir.   Êrişê cenazeya dayika Ayselê kirin    Aysel ku di her qada jiyanê de kêliyekê jî dev ji têkoşînê bernade, nizane ku wê di dema girtîgehê de bi rûyê herî qirêj ê "neteweperestiyê" re rû bi rû bimîne. Dayika Aysel Hatûn Tûglûk di 13'yê îlona 2017'an de jiyana xwe ji dest da. Ayselê ku ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe ji girtîgehê derket û anîn Enqereyê Batikent Cemevi. Cenaze piştî merasîma li cemewî birin Goristana Încek û koma nîjadperest a li vir kom bûne bi gotina, "Li vir merasima şehîd heye, em terorîstan li vir defin nakin", "Ev ne goristana Ermeniyan e”. Cenazeyê Hatûn Tûglûk birin Dêrsimê, ji ber ku bi gotina “Tu cenaze defin bike jî em ê perçe bikin” êrişî wê kirin. Aysela ku tiştên di merasîma cenazeyê dayika xwe de ji bîr nake, piştî demeke dirêj bi nexweşiya "demansê" dikeve.   Ji hêla 9 pisporan ve hat muayenekirin...   Aysel ku ev demeke dirêj e di girtîgehê de bi nexweşiya xwe re têdikoşe, nêzî 8 meh in li Fakulteya Tiba Edlî ya Kocaeliyê ji aliyê 9 pisporan ve tê muayenekirin. Di rapora ku ji aliyê Nexweşxaneya Îzmît Seka ya 8'ê adara 2021'ê ve hatiye amadekirin û tê de agahiyên miayeneyê tê de cih girtine, hat diyarkirin ku Aysel saleke ji bîr dike, peyvên ku biaxive nayê bîra wê, gelek caran pirsan dubare dike û cilên xwe cep li xwe dike. Di hûrguliyên rapora berfireh a Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya KOU'yê ya der barê Ayselê de, tê gotin ku "Ayselê di warê wextê xwe de rewşa wê xirab e, kîjan wextê, mehe sale dibêje lê belê ew nizane kijan roj e".   Ji bo tedawiyê divê ceza bê taloqkirin   Di biryara Nexweşxaneya Lêkolîn û Serlêdanê ya Zanîngeha Kocaeliyê ya Beşa Tiba Edlî ya di 12'yê tîrmeha 2021'ê de derbarê encamên nexweşiya Ayselê ev tişt qeydkir bûn: “…Pêdiviya wê bi tedawiya Demansê heye û her wiha ji 15'ê adara 2021'ê de ew Dozyl bikar tîne. Demans, nexweşiyek e ku tê de jibîrkirin di rêza pêşîn de ye, bandorê li bîr, fikirîn û jêhatîbûna civakî dike, pêşverû ye, bandorek neyînî li ser jiyana rojane dike û hewcedariya wê bi alîkariyê heye. Ji ber vê yekê divê cezayê wê bê taloqkirin, Aysel nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.”   Hikûmet tol hildide   Aysel ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî tu dozên ku tê de tê dadgerkirin nîne, herî dawî beşdarî rûniştina doza qirkirina siyasî ya Kobanê bû. Lê Aysel di fêmkirina pirsan de zehmetiyê kişand. Aysel anî ziman ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare xwe îfade bide, ji salona dadgehê derdikeve.   Li Tirkiye û gelek deverên cîhanê jinan bi sernavên "Em hafizeya Ayselê ne" û "Ji bo Aysel Tûglûk hezar jin" çalakî û kampanya dan destpêkirin. Her çend di çalakiyên li dijî girtiyên nexweş de bal tê kişandin ser rewşa Ayselê jî, hikûmeta ku nekarî têkoşîna Ayselê bişkîne jî bi raporên ATK'ê "tolhildana" didomîne.