ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-11 09:00:00   * Endama OHD'ê parêzer Nagehan Avçil der barê doza li hemberî dayikên ku beşdarî "Nobeda Edaletê" bûne hatiye vekirin de got: "Qanûn weke amûrek ji bo tirsandina dayikan tê bikaranîn. Divê parêzer, parêzvanên mafên mirovan, baro û saziyên sivîl ên din bi hev re li kêleka dayikan bin û dengê xwe bidin bihîstin." BI DÎMEN    * Ligel hemû zextên dewletê siyasetmedara jin a Kurd Aysel Tûglûk ku kêliyekê jî dest ji têkoşînê berneda, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji Girtîgeha Kandirayê nehat berdan, rewşa Aysel giran e û hem li hemberî Ayselê û hem jî li hemberî hemû girtiyên nexweş "qanûna dijmin" tê meşandin.    *Esnafên li Kolana Fistanan a Wanê ji ber qeyrana aborî bi gazincin, ne esnaf dikare firotinê bike û ne jî welatî dikare bistîne. Dirûnkar Zeynep Adiyaman polîtîkayên aborî yên îqtîtarê rexne kir û got: "Êdî em nikarin bijîn." BI DÎMEN    *92 sal di ser Komkujiya Zîlanê re derbas bû û tevî vê dema dirêj a di ser re derbas bûye jî êş û birînên wê hîn zîndiyê. Komkujiya ku di pirtûkên dîrokî de derbas nabin bi vegotina pîr û kalan heta îro hatiye. BI DÎMEN