ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-10 09:00:00   *Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û siyasetmedarên jin ên Cizirê tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Divê hemû civak baş bizanibe ku ev tecrît ne tenê li hemberî Gelê Kurd, li hemberî Gelê Tirk, Ereb, Çerkez û hwd tê meşandin. Ji ber vê jî divê hemû gel li dijî tecrîdê bibin yek." BI DÎMEN    *Çalakvana "Nobeta Edaletê" Sultan Yagmekan, bertek nîşanê doza ku li xizmên girtiyan ên Stenbolê hatiye vekirin da û got: "Mafê pêkanîna çalakiyê ya her kesî heye. Bila girtiyên nexweş berdin û em ê jî dev jî çalakiyê berdin." BI DÎMEN    * Derbarê Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş de ku ji aliyê polîsan ve lêdan xwaribû, lêpirsîn lê hat vekirin û der barê polîsan de biryara neşopandinê hat dayîn. BI DÎMEN    *Sekretera Genel Îş a Şaxa 2'yem a Amedê ya giredayî DÎSK'ê Hanîfe Kardaş, diyar kir ku hikûmet bi zêdekirina mûçeyan henekê xwe bi gel dike û got: "Ji sedî 90 bûdçe ji şer re vediqetînin û ji sedî 10 jî ji gel re vediqetînin. Roja ku mûçe zêdekirin bihayê xurekan jî zêdekirin." BI DÎMEN    *Berdevka DKY'ê ya Rojhilata Navîn-bakurê Efrîkayê û seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê Khadija Ryadi, da zanîn ku têkoşîna Rojava ji nêz ve dişopînin û got: "Tecrubeya têkoşîna jinê ya her welatekî heye, em van ezmûnan li ber çavan bigirin, em dikarin pireke mezin a jinê ava bikin." BI DÎMEN