Bi wesîleya cejnê TÎP çû serdana Malbata Şenyaşar 2022-07-09 16:40:10   RIHA - Bi wesîleya Cejna Qurbanê, Rêxistina TÎP’ê ya Rihayê çû serdana Malbata Şenyaşar.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 488’an de jî berdewam dike.    Malbat di saetên serê sibehê yên roja ewil a cejnê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.    Di nava rojê de gelek kes çûn serdana malbatê û cejna wan pîroz kir. Her wiha Rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Rihayê jî çû serdana malbatê. Ziyaretvanan peyamên piştevaniyê dan û pêvajoya dawî ya dozê ji malbatê guhdarî kirin.