'Divê Swêd, Fînlandiya û NATO nebin hevkarên şerxwazan' 2022-07-09 14:43:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Ronakbîr, nivîskar, mafnas, rojnamevan, akademîsyen, hunermend û siyasetvanên Kurdistanî daxuyaniyek dan û gotin: "Em kesên nav û îmzeyên wan heyî bang li berpirsiyarên  NATO, Swêd û Fînlandiyayê dikin ku helwesta xwe li ber çavan re derbaz bikin, nebin hevkarên şerxwaz û zaliman, di doza kurdan de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê."   Ronakbîr, nivîskar, mafnas, rojnamevan, akademîsyen, hunermend û siyasetvanên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Swêd, Fînlandiya û NATO’yê kirin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:   “Di 28'ê hezîrana 2022'yan de li Madrîdê ya ku paytexta Îspanyayê ye, bi pêşengiya Sekreterê Giştî yê NATO, rayedarên hikumetên Swêd û Fînlandiyayê li gel rayedarên dewleta Tirk kom bûn û peymanek îmze kirin. Mixabin nûnerên dewletên ku bi demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan têne naskirin, bi kesekî diktator, şerxwaz û destbixwîn re, bi kesekî weke Recep Tayîp Erdogan re rûniştin û destê wî girtin.   Ev peyman ji deh xalan pêk tê. Dema ku mirov li naveroka vê peymanê dinêre, dibîne ku ev peyman bi temamî lî dijî Gelê Kurd û deskeftiyên Gelê Kurd hatiye nivîsandin û meşruiyetê dide rejîmeke totaliter.   Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Gelê Kurd, çi zirar nedaye NATO, Swêd û Fînlandiyayê. Bervajî wê di şerê dijê DAIŞ’ê û tundrewên wek wê de, hêzên Kurdistanî berjewendiyên van welatan jî di nav de, berjewendiyên cîhana demokratîk û mirovatiyê, bi berdêlek gelek mezin parastin.    Nûnerên Gelê Kurd li Madrîdê nebûn û di van hevdîtinan de kurd ne teref bûn. Lê mixabin li ser qedera kurdan bi Erdogan re bazar hatin kirin û li dijî kurdan biryar hatin standin û peyman hatin çêkirin. Li vê derê em dixwazin bipirsin; gelo ev helwest çiqas li gor hêmanên ehlaqî ye û wijdanî ye? Gelek kes dema diaxivin, dibêjin em metirsiyên dewleta Tirk yên ewlekariyê di cî de dibînin. Gelê Kurd ku di bin êrîşên dewleta Tirk de ye û bi qirkirinê re rû bi rûye, çima hûn metirsiyên Gelê Kurd jî berbiçav nagirin û vê rastiyê jî nabînin?   Li ser vê peymanê helwesta me ev e:   * Heqê çi sazî, dewlet û kesan nîne, bêyî ku ji kurdan bipirsin li ser kurdan peymanan çêkin û rêxistinên Kurdistanî mehkûm bikin.   * Ev peyman rê li lêgerînên aştî û diyalogê digire, rê li ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk vedike û destê şerxwazan xurt dike.   * PKK ne rêxistineke terorîst e, ew li gor peymanên navneteweyî mafên gelê Kurdistanê diparêze û ji bo azadiya gelên Kurdistanê têdikoşe.   * PYD û YPG, di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevkarê Koolîsyona Navneteweyî ne û di vî şerî de berdêlên giran dane.  PYD û YPG li dijî dewleta Tirkiyeyê ne tehdîd in. Heyîna Rêveberiya Xwser ya Bakur û Rojhilata Suriyeyê, di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û hêzên tundrew de, pêwîst e weke garantiyekê were nirxandin.   * Ji ber zext û êşkenceyên dewleta Tirk, gelek siyasetvanên Kurd mecbûr mane derkevin derveyî welat. Nabe siyasetvanên Kurd û penaberên siyasî, radestî rejîma Erdogan bêne kirin.   Em kesên nav û îmzeyên wan li jêr in, bang li berpirsiyarên  NATO, Swêd û Fînlandiyayê dikin ku helwesta xwe li ber çavan re derbaz bikin, nebin hevkarên şerxwaz û zaliman, di doza Kurdan de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê.   Her wiha em bang li gelên dewletên endamên NATO, bi taybetî li gelê Swêd û gelê Fînladiyayê dikin ku ew jî li hember vê peymana neheq derkevin û dostaniya di navbera gelan de xurttir bikin."