Parêzer Derya Yildirim:Windakirin cînayeta siyasî ye 2022-07-09 09:03:45   Derya Ren   AMED - Xizmên windayan bi dirûşma ‘winda diyar in kujer li ku ne’ çalakiya hefteya 700’î pêk anî. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Derya Yildirim da zanîn ku cihgirtina  ligel xizmên windayan mijarek wijdanî ya civakî ye.   Xizmên kesên ku di salên 90’î de hatin windakirin, hîna jî li aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Berxwedana di 27’ê Gulanê de bi pêşengiya Dayikên Şemiyê hat destpêkirin, li Amed û Êlihê jî bi pêşengiya xizmên windayan hat destpêkirin. Çalakiya Xizmên windayan a bi pêşengiya ÎHD’a Amedê hat destpêkirin di hefteya 700’î de didome, ya Êlihê jî wê bikeve hefteya 537’an. Her çiqas çalakiya vê hefteyê bikeve cejnê jî malbatan ji ser ÎHD’a Amedê banga tevlibûna piştevaniya çalakiyê kirin.   Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Derya Yildirim der barê hefteya 700’î de nirxandin kir.   ‘Windakirin cînayeta siyasî ye’   Deryayê da zanîn ku tevî hemû zextan xizmên windayan dest ji têkoşîna xwe bernedane û wiha vegot: “Di pandemiyê de ji ber şert û mercan me li ser çapemeniya civakî çalakiyên xwe domand. Cihgirtina ligel xizmên windayan mijareke wijdanî ya civakî ye. Ji ber vê jî dema ku tenê xizmên windayan vê çalakiyê bimeşînin wê wijdan birîn bibin. Ji ber ev winda ji ber nasnameya Kurdbûn û polîtîkbûnê pêk hatin. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ev windakirin cînayetên siyasî ne. Ev mijar ne tenê kurdan hemû kesî eleqeder dike.”   ‘Zext hîna didomin’   Deryayê destnîşan kir ku sazî û kesên xwedî li xizmên windayan dertên jî hedef tên girtin û wiha dirêjî dayê: “Kesên ligel xizmên windayan cih girtin, hatin lêpirsînkirin. Di nobetên hatine destpêkirin de zext her tim hebûn û hîna jî hene. Çalakiyên Dayikên Şeminiyê yên li Galatasarayê hatin astengkirin. Zext hatin kirin. Li ser malbatan zext tê meşandind. Hîna jî ev zext didomin.”   ‘Wê têkoşîn bidome’   Deryayê di berdewamiyê de wiha vegot: “Çalakiya Dayikên Şemiyê gihiştiye hefteya 900’î. Çalakiya li Amedê ket hefteya 700’î. Ev jî nîşan dide ku zext hîna didomin. 5 sal in ez tevli çalakiya wan didim. Ev salek û nîv e aktîf endama komîsyonê me. Min çîrokên windayan dît. Ji bo gumanbar bên dîtin wê ev têkoşîn heta dawî bidome.”   ‘Divê cezakirin hebe’   Deryayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kuştinên kiryar nediyar û wiha dawî lê anî: “Lê ev doz bi darizandineke rast nehatin kirin. Ji bo bertekên rayagiştî kêm bikin hinek darizandin hatin kirin. Dozên hatin vekirin ketin ber demboriyê û biryarên beratê hatin dayîn. Cezayekî hatiye dayîn ne mijara gotinê ye.”