Serdana goristanên têkoşeran hat astengkirin: Dixwazin em nirxên xwe ji bîr bikin 2022-07-08 16:16:53   AMED - Komeleya MEBYA-DER’ê li gel rêxistina HDP û DBP’ê, li Prejman, Çemê Elîkan û Sîsê xwest serdana goristanên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bikin. Lê belê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta operesyonê hatin astengkirin.   Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windar kirine re (MEBYA-DER) bi wesîleya cejna Qurbanê, bi malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane re her sal serdana goristanên cangoriyê azadiyê yên li Lîceyê Çemê Elîkan û Sîsê, li Pîranê jî serdana goristana Prejmanê dikirin. Lê belê bi hinceta biryara qedexeya Walî ya heftiyekê û operesyonên li herêmê serdan hate astengkirin. Rêxistinan Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî beşdarî serdanê bûn û daxuyanî dan.   Prejman   Serdana goristana Prejmanê hate astengkirin. MEBYA-DER li goristana Pîranê, li ser gora komî ya 33 gerîlayên bi kîmyabaranê hatine qetilkirin daxuyanî dan. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag diyar kir ku ew her sal beriya cejnê bi malbatên şehîdan re diçin serdana mezelên şehîdan û wiha berdewam kir: “Lê mixabin weke her carê bi hincetan me asteng kirin. Destûr nedan malbat di cejnê de herin ser goristanan. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Di salên 1993’yan de jî nêzî 33 gerîla bi kîmyabaranê hatibûn qetilkirin û di gora komî ya li goristana Pîranê ya navendê de hatin binaxkirin. Em di sala 2022’yan de ne û hîna em dibînin ku ew êriş li ser me neqediyane. Ji bo serdana nirxên xwe jî ji me re dibin asteng. Lê belê nikarin bi me bidin jibîrkirin.”   ‘Bi astengiyan nikarin nirxên me bidin jibîrkirin’   Dersim Dag bal kişand ser astengiyan û wiha got:"Me îro xwest em herin ser goristana Pirejmanê. Lê mixabin weke her carê dijminatiya xwe nîşanî me dan. Careke din jî destûr nedan ku malbat herin ser mezelên xwe û wacîbeyên xwe yên olî bînin cih. Lê belê tu êriş, gef û asteng nabin sedem ku em nirxên xwe bi bîr neynin. Em ê xwedî li nasname, ol, çand, goristanên xwe jî derkevin. Em vê hişmendiya êrişker şermezar dikin. Ev hişmendî ne nû ye. Hîna mezelê Şêx Saît ne diyar e." Dersîm qetilkirina 33 gerîlayan bi çeken kîmyewî bi bîr anî û got: “Di roja me ya îro de hîna ev çekên kîmyewî li Kurdistanê tên bikaranîn. Ew kesên dixwazin bi van êrişên qirêj re kurdan tune bikin bila bizanibin wê dawiya wan weke sedam be. Ên xwestin kurdan tune bikin bi xwe tune bûn û têk çûn. Dîrok jî vê nîşanî me dide. Çawa ku sed sal berê bi ser neketin wê îro jî bi ser nekevin. Êrişên îro li ser goristanan tên kirin parçeyek politikaya şer e û tecrîdê ye. Çareserî Îmralî ye.”    Sîsê   Serdana goristana Sîsê piştî hate astengkirin MEBYA-DER’ê li ber deriyê gund daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevseroka komeleyê Meyram Soylu axivî û got: “Em cejna hemû şehîdên xwe pîroz dikin. Di vê roja pîroz de her malbatê xwest serdana mezelên şehîdên xwe bike, lê mixabin serdana wan hate astengkirin. Ev astegî wehşet e. Li tu welatî ev tişt tune ye. Ev ê heta kengî wisa berdewam bike.” Piştî wê hevserokê HDP’ê ya bajêr Zeyad Ceylan jî wiha got: “Serdana goristanan wecîbeyek olî ye û astenkirina wê nayê qebûlkirin. Em bawer in ku em ê rojekê vê zincîrên pasgirtî bişkînin.”   Çemê Elîkan   Yek ji goristanên ku çûyîna wan hate astengkirin Çemê Elîkan bû. Malbat, komele û partiyên siyasî yên hatine ji ber astengiyê li ser rê ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê deqeyek rêz girtin û bi dirûşma “Şehîd Namirin” re belav bûn.