Ji KNK’ê peyama Cejna Qurbanê 2022-07-08 14:58:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got: "Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin.”   Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Cejna Qurbanê li tevahî gelên alema Îslam û bi taybet jî li gelên Kurdistanê hat pîroz kirin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Ji nîvê meha nîsanê vir ve li heremên Zap, Metîna û Avaşîn, şereke dijwar rû dide.   Dewleta Tirk hewl dide di vê cejnê de êrîşek din a dagirkerî li Rojava pêk bîne. Li Rojhilat jî zextên dewletê yên li ser gel berdewam in û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin. Li Bakur şerê man û nemanê heye.   Li dijî êrîşên qirkirinê li her çar aliyên Kurdistanê li her qadê Gelê Kurd û hêzên azadîxwaz di nava têkoşînek netewayî ya demokratîk de ne. Êdî gelê me zilm û bindestiyê qebûl nake. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û Rêber û têkoşerên xwe dike.   Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.”