Li Êlihê heqê rê hat zêdekirin 2022-07-08 14:02:10   ÊLIH - Heqê rêya nav bajêr li Elihê lîreyek zêde bû.    Li Êlihê heqê rê ya nav bajêr hat bihakirin. Li gorî daxuyaniya ji Odeya Şofêran û Otomobîlvanan a Êlihê hat dayîn, ji ber lêçûyîn zêde bûne heqê rê hatiye buhakirin. Bi vî awayî heqê rê ku heta niha 3 lîre bû derket 5 lîreyan. Heqê rê yê xendekaran jî ji 3 lîreyan derket 4 lîreyan.