ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-08 09:00:00     *Parlamentera Partiya Keskan a Norveçê Bente Knagenhjelm û Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unîte The Unîon a Îngîlîstanê û berdevka Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Tony Burke ku li 5’emîn Kongreya HDP’ê cih girtin der barê tecrîdê de axivîn û gotin tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. DÎMEN HEYE   *Hîndekara şanoyê ya Civaka Şanoya Çand û Huner a Golge Rewşan Apaydin balkişand ser qedexeyên li ser zimanû çanda kurd û got gelê kurd dixwaze bi zimanê xwe bijî, ji bo zimanê xwe jibîr nekin, xwe heyî bikin têdikoşin.  BI DÎMEN   *Guherînên di şer de bi van ne sînor in. Sivîlên di nav şer de dimînin, jî gelek bi bandor dibin. Hejmara pevçûnên li qadên sivîl pêk tên roj bi roj zêde dibin. Sîvîl gelek caran li dijî aliyên hember wek mertalên zindî tên bikaranîn. Di pevçûnên çekdarî de hejmara sivîlên dimirin gelek zêde ye. Guherîna din jî şervanên tevli şerên vekaletê dibine. Piraniya van ji nîjadperstî û oldariyê xwedî dibin. NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Çalakiya Xizmên Windayan a Amedê di hefteya 700’î de ye. Enzîle Ozdemîr der barê mijarê de axivî û da zanîn ku tenê hestiyên xizmên xwe dixwazin û got: “Em dizanin ku êdî ew sax nayên malên xwe. Qe nebe bila gora wan hebe. Em ê lêgerîna xwe heta dawiyê bidomînin.”   *Ji Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Fatma Lekto têkildarî rewşa awerte ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye ev tişt anî ziman: "Hem di aliyê siyasî, hem leşkerî hem jî rêxistinê de me gelek kar kirine. Em ê tu carî gavên xwe jî paşde neavêjin. Em ê li hember êrîşên dewleta tirk bibin bersiv û parastina xwe bikin." DÎMEN HEYE   *Esnafên Bodrumê diyar kirin ku ji ber sedema krîza aborî ya her diçe xera dibe, dereng demsal vebûye û got sedema krîzê polîtîkayên şer in. DÎMEN HEYE