AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît 2022-07-07 17:03:54   NAVENDA NÛÇEYAN - AYM’ê serlêdana têkildarî binpêkirina mafê jiyanê ya kesên di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, wek “nayê qebûlkirin” dît û mafê jiyanê piştguh kir.    Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), serlêdana têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yên kesên di qedexeya derketina derve ya di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hat ragihandin jiyana xwe ji dest dan, biryar da. AYM’ê serlêdanê wek “nayê qebûlkirin” dît û binpêkirina mafê welatiyên hatine qetilkirin ji nedîtî ve hat.