Meclisa Mexmûrê têkildarî êrişan ji raya giştî re nameyek şand 2022-07-07 16:26:48   MEXMÛR - Meclisa Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi nameyekê bertek nîşanî bêdengiya saziyên peywendîdar a li dijî êrişên Dewleta Tirk ên li ser Wargeha Penaberan Mexmûrê pêk tîne da û bang li wan kir ku bi erka xwe rabin.   Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrişên hewayî yên Dewleta Tirk a ku ji kanûna 2017’an heta bi niha li ser wargehê pêk tîne û di encama wê de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (NY), hikumeta navendî ya Iraqê, saziyên mafên mirovan û yên civaka sivîl ên navneteweyî û gelek kesayet û parlementeran re şand.   Meclisê di nameya xwe de îşaret bi bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY), hikumeta Iraqê û saziyên sivîl û yên mafê mirovan ên navneteweyî ya li hemberî êrişên nehiqûqî yên Dewleta Tirk da û ji wan xwest ku bi erka xwe rabin.   Berfirehiya nameya meclîsê ya bi sernavê “Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin” wiha ye:   “Em Wargeha Mexmûrê, ji sala 1994’an heta bi niha, ji ber êrişên Dewleta Tirk ên çewisandin, komkujî zordarî û siyaseta talankirinê ya li hember kurdan em neçar bûn koçberê axa Iraqê bibin. Gelê me, dema vê penaberiyê pir êş û jan kişandin. Ji ber siyaseta li hember me dihat kirin em neçar bûn ku 8 caran koçberî cihen cuda bibin. Herî dawî sala 1998’an êdî em li Wargeha Mexmûrê bi cih bûn. Li wargeha Mexmûrê, li hemberî hemû şert û mercan ji bo li jiyana xwe dewam bikin me civakbûna xwe parast. Nifûsa me 11 hezar e. Piraniya me jin û zarok in. Herêma em lê dijîn ku her çîqas li ser xala 140 be, ji aliyê îdarî û ewlekariyê ve, bi fermî girêdayî Parêzgeha Mûsilê ye.   Sedema sereke ya êşên Penaberên li Wargeha me kişandine û dikişînin, polîtîkayên dewleta Tirk ên înkarkirin û qirkirinê ne. Rojeke ku dewleta Tirk êrişê kampê neke nîn e, ji meha kanûnê ya 2017’an ve bê navber wargeha me bûye armanca balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk. Bi sedan kîlometre dûrî sînorê xwe bi balafiran tê û wargeha me bombebaran dike û komkujiyê dike. Li hemberî vê di serî de hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistan û NY xwe li hemberî van êrîşên hovane kor, ker û lal kirine.   Bi van êrişan xuya ye ku tu ewlehiya jiyanê ya şêniyên wargehê nîn e, gel ji vê yekê bi fikar e. Nekirina dengê xwe ya hikûmeta Iraqê û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê; li gel ku wargeh banê NY’yê de ye, gel ji nekirina dengê xwe ji van êrîşan re ya NY’ê saw digire û bi fikar e. Her wiha rêxistinên sivîl, saziyên parastina mafên mirovan jî li hemberî vê êrîşkariyê bi dilzîzî tevnagerin.   Ev nêzîkatî hemû dibin sedemA rewakirina êrişan û rêvekirina ji qetilkirina hemwelatiyên wargehê yên penaber ku dewleta Iraqê û NY ji parastina wan berpirsyar e.   Li gel êrişa ku di 5'ê hezîrana 2022'yan ev cara 9’emîn e ku wargeha me ji aliyê Tewleta Tirk ve tê bombabarankirin û ji van êrişên dewleta Tirk me gelek windahiyên canî û gelek zerer û ziyana maddî gihaye hemwelatiyên wargehê. Li kêleka windahiyên canî û zerer û ziyanê maddî di aliyê derûnî de bandoriyên mezin ên nerênî li ser civaka wargehê bi taybet zarokan daye çêkirin.   Bi rojane gerana balafirên bê mirov yên bi çek li ser wargeha me bandoriyek nerênî li ser derûniya gelê me çêdike, bi taybet hebûna rojane ya balafirên Dewleta Tirk li ser wargehê derûniya zarokên me têk daye. Di rewşên asayî de dema zarok di rê de dimeşin berê xwe didin erdê ji bo nekevin, lê zarokên me yên wargehê dema dimeşin berê xwe didin esmanan ka balafir digerin yan na, yan wê kengê balafir wan bombabaran bike. Ev rewş bi serê xwe sûcên mirovahiyê ne, ji ber ku zarok êdî nikarin bi xwezayî zarokatiya xwe bijîn. Her wiha ev rewş metirsiyekî mezin li ser jinan û dayikan dike. Ji ber ku her kêliyê ew, di bin xeteriya ka wê kengê zarok û malbatên wan bên bombabarankirin de ne.   Ji ber ku wek gelê wargehê me gelek berdêlên giran di encama van êrîşên hewayî yên Dewleta Tirk de dane û her roj em berdêlan didin. Ji sala 2017`an heya niha 15 hemwelatiyên wargehê bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û bi dehan hemwelatiyên wargehê di encama van êrîşan de birîndar bûne. Her roj guman û tirsa em ê ji aliyê dewleta Tirk ve bên qetilkirin, di mejiyê hemwelatiyên wargehê de ye.   Em gelê wargehê em di serî de bang li dewleta Iraqê, hikûmeta navendî ya Iraqê, NY’yê, saziyên civaka sivîl, hemû aliyên peywendîdar û kesayetên demokratîk dikin ku li hemberî van êrîşên hovane yên dewleta Tirk yên li ser wargeha me pêk tîne bibin xwedî helwesta pêwîst û xwedî li gelê wargehê yê penaber derkevin.”