DBP ji bo Salîha Aydenîz daxuyaniyek da: Em ê bi ser kevin 2022-07-07 15:04:00   AMED - Rêveberiya DBP'ê biryara ji bo desteserkirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Salîha Aydenîz şermezar kir û got: "Em ê qada xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin."   Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî amadekirina rapora ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Hevseroka Giştî Salîha Aydenîz, li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyek da. Tevî endam û rêveberên HDP'ê her wiha Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vûrgûn jî beşdarî daxuyaniyê bû.   Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulşen Sîncar di daxuyaniyê de axivî û destpêkê Dr. Ekrem Karakaya yê doh li Konyayê hate qetilkirin û parêzer Servet Bakirtaş ê li Stenbolê hate kuştin, bi bîr anî.   Gulşen bi bîr xist ku ji zêdeyî hezar û 600 fezlekeyên ketine rojeva meclîsê hezar û 300 jê li hemberî wekîlên HDP'ê ne û anî ziman ku li dijî Salîha Aydenîz 78 fezleke radestî meclîsê hatine kirin."   Gulşen her wiha rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlên DEP'ê û girtina wekîlan bi bîr xist û anî ziman ku ji hingî ve nêzîkatiya ku li hemberî Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Semra Guzel tê nîşandan di şexsê Salîha Aydenîz de jî dewam dike.   Gulşen diyar kir ku bi hêz û morala ji gel wergirtî em ê karên xwe dewam bikin û got: "Em meclîsê rexne dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng e. Em zanin ku ev biryar hiqûqî nîne, siyasî ye û hewl didin têkoşîna me krîmînalîze bikin, bi vî rengî zemîna me ya ji bo siyasetê ji holê rakin. Em pêkhateyên siyaseta demokratîk, şoreşger û jin; bi hêza ji mafdariya xwe wergirtî em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Partiyên bi heman mejî çawa ku berê di tarîtiya dîrokê de tune bûn, AKP jî wê tune bibe. Weke hêzên modernîteya demokratîk û avahiyên wê yên siyasî, em ê zemîna xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin. Em ê bi ser bikevin."   Ozum Vûrgûn jî anî ziman ku ya hatiye kirin destdirêjiya dadgeriyê ye û destnîşan kir ku bikaranîna dadgeriyê weke çekekê nîşan dide ku dadgeriya serbixwe nîne û wiha bi lêv kir: "Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê tê wateya rakirina mafê bingeha siyasî. Êrişên li hemberî Salîha, Semra û wekîlên din têne kirin, em wan qebûl nakin û pêwendiya xwe bi hiqûqê re nîne. Gava ku dema wê hat herî zêde wê pêwîstiya wan bi demokrasî û edaletê çêbibe."